Li Mêrdînê Nobeta Edaletê hate destpêkirin 2024-01-07 12:48:59   MÊRDÎN -  Di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî” de li Mêrdînê Nobeta Edaletê hate destpêkirin. Parlamenterê DEM Partiyê Kamûran Tanhan wiha got: “Divê bi destê Abdullah Ocalan ê ji bo aştiyê tê dirêjkirin bê girtin.”    Bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirssgirêka kurd bi rêyên demokratîk, li 74 navendên cîhanê bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” kampanya hatbû destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de li Mêrdînê jî Nobeta Edaletê hate destpêkirin. Nobeta Edaletê bi pêşengtiya xizmên girtiyan û Meclisa Dayikên Aştiyê hate destpêkirin û beriya nobetê li pêşiya avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Mêrdînê daxuyanî hate dayîn.    Li gel Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan, her wiha Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Mêrdînê Kamûran Tanhan, Saliha Aydenîz û Bêrîtan Guneş, rêveberên partiyên siyasî, nûnerên sendkîka û odeyên pîşeyî û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji bo edaletê tecrîdê bişkînin, ji bo aştiye civakî em bibin denge zindanan” hate vekirin.    ‘MAFÊ HER GIRTIYEKÎ YÊ HEVDÎTINÊ HEYE’    Di daxuyaniyê de j ewil Nûnerê Komeleya Alîkarî û Piştevanniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAYDER) Fettah Tekîn axivî û bi bîr xist ku grevên birçîbûnê yên li girtîgehan di roja 42’yan de didome. Tekîn, diyar kir ku ew naxwazin dayik hêsiran bibarînin û ev tişt anî ziman: “Divê ev tecrîd tavilê bê bidawîkirin, parêzer û malbata Ocalan bikare pê re hevdîtinê bikin. Mafê her girtiyekî heye ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike û mafê wî/wê yê telefonê heye. Heta ku ev tecrîd bidome dê nobeta me ya edaletê jî bidome.”    ‘DIVÊ HER KES PIŞTGIRIYÊ BIDE’    Piştre jî ji Dayikên Aştiyê Besna Gunay axivî û diyar kir ku ew bi sala ye ji bo edalet û aştiyê têdikoşin. Gunay, destnîşan kir ku ew ji bo her kesî edaletê dixwazin û wiha pê de çû: “Daxwaza me aştî, azadî û wekhevî ye. Banga me ji bo dayikên din ên zarokên xwe windakirin e. Bila destê xwe ji bo aştiyê dirêj bikin û em wan vedixwînin Nobeta Edaletê. Em xwişkên hev in. Divê her kes piştgiriyê bide nobetê. Divê tecrîda li ser Rêbertî û zarokên me bi dawî bibe. Hemû kes dizane bê ka zarokên me çima ketine greva birçîbûnê. Em naxwazin êdî xwîn birije. Bes e ji şer, talan, mirin û girtanan re. Em dixwazin dewlet gavekî biavêje û tecrîd bi dawî bibe. Bijî berxwedana zindanan.”    ‘DIVÊ BI DESTÊ OCALAN Ê JI BO AŞTIYÊ HATIYE DIRÊJKIRIN BÊ GIRTIN’    Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan jî daxwazên girtiyan bi bîr xist û got ku fikrên Abdullah Ocalan ne tenê ji bo kurdan, ji bo hemû gelên cîhanê girîng in. Tanhan, wiha domand: “Yê ku çareseriyê pêşkeş dike û ji bo aştiyê destê xwe dirêj dike jî birêz Ocalan e. Divê bi vî destî were girtin. Tirkiye ji demokrasiyê dûr dikeve. Em di ferqa faşîzma li girtîgehan e. Heta ku zindan vala dibin jî dê têkoşîna me bidome.”    Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû. Girse piştre jî derbasî avahiya DBP’ê bû ku nobet li wir hatiye destpêkirin.