Ji bo hezar û 214 ‘hilbijêrên’ leşker ên li Gêlê hatin veguhestin îtîraz hat kirin 2024-01-07 15:00:23   AMED - DEM Partiyê ji bo hezar û 214 “hilbijêrên” li navçeya Gêlê li herêma leşkerî hatine veguhestin li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê îtîraz kir.    Di hilbijartinên giştî yên di 14’ê Gulana 2023’yan de li Taxa Yenîşehîr a navçeya Gêl a Amedê 878 hilbijêr hebûn. Lê di nava 8 mehan de hezar û 214 “hilbijêr” lê zêde bûn û hejmar derket 2 hezar û 88’an. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li dijî “hilbijêrên” ku temamiya wan li Fermandariya Cendirmeyan a Gêlê hatine qeydkirin li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê îtîraz kir. Hevserokê DEM Partiyê yê Gêlê Omer Gunduz di îtîrazê de xwest ku qeydên kesên navborî bên jêbirin.    ‘LI LEŞKERIYÊ BI AWAYEKÎ XEYALÎ HATIN QEYDKIRIN’    Di daxwaznameyê de wiha hat gotin: “Di hilbijartinên 14’ê gulana 2023’yan de li Taxa Yenîşehîr a Gêlê tenê 878 hilbijêr hebûn. Lê di lîsteya nû de ev hejmar derketiye 2088’an kesan. Li gorî lêkolînên me kirine, tevahiya hilbijêrên me di zêdekê nivîsandine li avahiyên Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê hatine qeydkirin. Şaredariya ku qeyûm lê hatiye tayînkirin ev qeyde çêkirine. Serokatiya Şaredariya Gêlê ji bo avahiya xizmetê ya li qada Cendirmeya Navçeyê bi hejmara 25/d’ê hejmara deriyê derve daye û di nava vî avahiyî de 40 hejmar daye 40 avahiyên serbixwe. Li van 40 daîreyên xeyalî, 800 hilbijêr hatine qeydkirin. Her wiha ji bo avahiya ku ji bo hejmara deriyê derve navê 25/f lê hatiye kirin jî, li 22 daîreyan 400 hilbijêr bi awayeke xeyalî hatine veguhestin. Bi giştî 1214 hilbijêr bi vî awayî hatine veguhestin.”    ‘SERÊ HER METREKAREYÊ HILBIJÊR DIKEVE’    Bi domdarî di daxwaznameyê de hat gotin ku herêma ku hezar û 214 hilbijêr lê hatine qeydkirin 800 metrekare ye û bi vê yekê re serê her metrekareyê hilbijêr dikevê. Her wiha hat gotin ku avahiya ku 25/d hatiye diyarkirin herî zêde 400 metrekareye û avahiyeke 2 qet e û wiha dom kir: “Anku her du qat herî zêde 800 metrekare ye. Serê her metrekareyê hilbijêrek dikeveê. Ev yek bi tena serê xwe nîşan dide ku hilbijêrên xeyalî ne. Ev kes tevek jî leşker in, zilamên ciwan in û ji navçeyên cuda yên Amedê hatine veguhestin. Tu ji van leşkeran li Gêlê naxebitin. Gelemperiya wan zewicî ne lê navnîşanên hevjînên wan nehatine veguhestin. Heke lêkolîn were kirin dê bê dîtin ku qeydên ceyran û avê yên van hilbijêrên xeyalî nînin. Ev jî nîşan dide ku hatine veguhestin.”