Keça Simko, Hediye Zîrekbîlek jiyana xwe ji dest da 2024-01-07 20:02:37   WAN - Keça Simkoyê Şikak, Hediye Zîrekbîlek di sed saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.    Simkoyê Şikak ku li Îranê têkoşîna serxwebûnê ya gelê kurd dida, di 21’ê tîrmeha 1930’an de di encama îxanetê de ji aliyê leşkerên Îranê ve hate qetilkirin. Zaroka wî ya dawî ku sax mabû û keça wî Hediye Zîrekbîlek (Hedoya Simko) di 100 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.    Hediye Zîrekbîlek ji ber gurçikên wê nemabûn demek bû li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Herêmî ya Wanê di beşa lênêrîna taybet de dihate ragirtin. Zîrekbîlek danê êvarî di nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest da.    Cenazeyê Zîrekbîlekê dê sibê li goristana gundê Noşar ê navçeya Qelqeliyê were veşartin. Şîna Zîrekbîlekê dê li mala wê ya li gund were danîn.