Cenazeyê derhênerê kurd Kerîmiyan li Silêmaniyê hat veşartin 2024-01-07 22:05:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Cenazeyê derhênerê kurd Mensûr Kerimiyan ê di êrişên dewleta tirk ên li dijî Rojava de jiyana xwe ji dest dabû, li Silêmaniyê hate veşartin.    Derhêner Mensûr Kerîmiyan di 26’ê kanûnê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di encama êrişa hewayî ya dewleta tirk de hate qetilkirin. Rejîma Îranê nehêla cenazeyê Kerîmiyan li bajarê wî Sinê yê rojhilatê Kurdistanê bê definkirin. Li ser vê yekê cenaze îro li Silêmaniyê bi merasîmeke girseyî hat veşartin.   Merasîma cenaze li Goristana Şêx Ebas ya li Silêmaniyê pêkhat. Merasîmê bi anîna cenaze û dirûşmên ‘Şehîd namirin, Mensûr namire’ dest pê kir. Piştre deqeyek rêzgirtin ji bo şehîdan hat girtin.   Di destpêkê de li ser navê saziya malbatên şehîdên rojhilatê Kurdistan a li Başûr peyamek hat xwendin. Di peyamê de di kesayeta şehîd Mensûr de tevayî şehîdên rêya azadiya Kurdistanê hat bibîranîn û hat gotin, Şehîd Mensûr mînakek ya têkoşînê bû û hemû hewldanên wî ji bo avakirinê bûn û di aliyê hunerî de xizmetek mezin ji gelê kurd re kir.   Piştre li ser navê KNK’ê Şêrko Heme Emîn peyam xwend. Di peyama KNK’ê de jî hat gotin: “Em sersaxiyê ji malbata şehîd û tevayî gelê xwe re dixwazin. Şehadeta Mensûr Kerîmiyan wê rastiyê nîşan dide ku çarenûsa kurdan hemû yeke. Li Rojhilat ji dayîk dibe, li Rojava şehîd dibe û li Başûr tê veşartin. Ev jî wê yekê nîşan dide ku dijminê me ti cûdahiyê naxe nava me de.”   Piştre Waliyê Silêmaniyê Heval Ebobekir jî axivî û got: “Îro şîn, şerm û şikestine, parçebûna me wisan kiriye ku ger ew lewaz jî bin, wê bi hêsanî bikarin li beramberî me biserkevin. Ji berku em ne yekgirtîne. Di sed salên borî de me nekariye bernameyek giştgir û nîştimanî hebe.”   Li ser navê Tevgera Azadî jî peyamek hate xwendin, sersaxî ji malbat û gelê Kurd re hat xwestin. Di peyamê de hat gotin, Şehîd Mensûr Kerîmiyan bi hunera xwe xizmetek mezin ji doza gelê xwe re kir, ew kesek netewî bû û astengiya rejîma Îranê nîşaneya wê ye ku şehîd ne kesên asayî ne.   Di merasîmê de peyama hevrê û sînemagerên Rojhilatê Kurdistanê jî hat xwendin. Di peyamê de hat gotin; “Dewleta tirk dijminê sereke yê gelê kurd e di Rojhilata Navîn de. Dewleta faşîst ti cûdahiyek naxe nava tu kurdekî de. Bi alîkariya welatên serdest hewl dide li herderê destê xwe têxe nava xwîna kurdan.”   Li ser navê malbata şehîd, birayê wî Yunis Kerîmiyan axivî û got: “Hevrê û malbata şehîd me gelek hewl da cenazeyê şehîd li cihê hatî dinê merasîmek bi heybet jêre bikin û veşêrin. Lê mixabin desthilatdarên Îranê rê nedan. Ji ber wê me biryar da em li vir veşêrin. Sine û Silêmanî zarokên yek dayîkê ne, ew dayîk jî Kurdistan e. Em spasiya hemû hevrê û kesên ku bi her cûrek xema me parvekirine dikin.”   Li ser navê Çand û Hunera Başûr û Komîna Film a Rojava jî peyam hatin pêşkêşkirin. Di peyaman de hat gotin; “Em têkoşîna hunermend Mensûr Kerîmiyan ku nêzî 20 salan di warên cûda yên sînemayê de kar kir giring dinirxînin. Em soz didin em ê li ser rêbaza şehîdan berdewam bin. Yên ku li gel Şehîd Mensûr kar kirin dizanin ku ew xwedî li çand û hunera doza Kurd derdiket. Em dizanin ku her parçeyek li gel êşên parçeyek din yê Kurdistanê de jiyan dikin. Ji ber wê Şehîd Mensûr jî vê rêyê hilbijart.”   Piştî axaftin û peyaman bi dirûşmên ‘Şehîd namirin’ cenazeyê Mensûr Kerîmiyan li Goristana Şêx Ebas ya Silêmaniyê hat veşartin.