Abdullah Ocalan: Yekane rê demokrasiya herêmî ye 2024-01-08 09:03:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan destnîşan kir ku yekane rê demokrasiya herêmî ye û destnîşan kir ku ji bo vê divê rêbaza şaredariya azad were pêşxistin.    Kurdên ku li dijî polîtîkayên tunekirin û înkarê bi avakirina demokrasiya xwe re li çareseriya demokratîk geriyan, her tim rastî pêkanînên antî demokratîk û amûra zextê ya dewletê hatin. Tevî amûrên zordar ku îradeya wan tine dihesibîne jî, kurdan bi rêya rêveberiyên herêmî ku cewhera demokratîkbûyînê pêk tîne, lêgerîna çareseriya siyasî dewam kirin. Edîp Solmaz ku di hilbijartinên herêmî yên sala 1979’an de bû namzetê Gelê Welatparêz û rêveberiya herêmî qebûl kir, di 12’ê mijdara 1979'an de di hilbijartinê de bi ser ket. Solmaz piştî serkeftinê 28 rojan bi sûîqesteke ku yek ji îşkencekarên darbeya 12’ê Îlonê Serpel Temel Cîngoz ve hat organîzekirin, hat qetilkirin.    Êrişên ku li dijî vîna gelê kurd di sala 1979’an de bi qetilkirina hilbijartiyan dest pê kirin, di desthilata AKP’ê de ku pêkanînên wê ji yên 12’ê îlonê xerabtir in, bi girtina hilbijartiyan, tayînkirina qeyûman a li şaredariyan didomin. Desthilata AKP’ê di sala 2015’an de pêvajoya di navbera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û dewletê de di navbera salên 2013-2015’an de di bin navê “çareseriyê” de qedand û bi polîtîkaya neçareseriya pirsgirêka kurd re berê xwe da konsepta şer û di demeke kurt de siyaseta kurd hedef girt. Desthilata AKP’ê ya piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê rewşa awarte îlan kir, bi biryarnameya di 11’ê îlona 2016’an de hat weşandin re qeyûm tayînî şaredariyên di bin rêveberiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên bi dengê kurdan hatin hilbijartin.    Polîtîkaya qeyûman a desthilata AKP’ê, bi xespkirina şaredariyên ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartinên herêmî yên di 31’ê Adara 2019’an de bidestxistin berdewam kir. Li dijî xespa vînê gel ji bo demokrasiya xwe bi xwe ava bikin ji hilbijartineke herêmî ya nû re xwe amade dikin.    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku dibêje çareseriya demokratîk dikare tevkariyê li veguherîna siyasî bike ku xwe bi xwe xweser bike û destnîşan dike ku veguherîna erênî ya netewe dewletê ji nêz ve bi pêşketina demokratîkbûyîn, xwerêveberiya demokratîk, avakirina neteweya demokratîk, demokrasiya herêmî û çanda demokratîk a li hemû qadên civakî ve girêdayî ye. Rêberê PKK'ê destnîşan dike ku ji tevgera şaredariya demokratîk heta komuna gund û taxan, ji kooperatîfan heta rêxistinkirinên saziyên sivîl ên civakî yên berfireh, ji mafên mirovan heta mafên zarokan û heywanan, ji rizgariya jinê heta rêxistinbûyîna ekolojîk û ciwanan a bi pêşengiya jinê, weke organên bingehîn ên rêveberiyên herêmî, bi şêweyê tevneke civakî ya berfireh pêşvebirina rêxistinbûyîneke civakî ya demokratîk jêneveger e.    Abdullah Ocalan destnîşan dike ku divê kurd li dijî xetimandina rêyên çareseriya demokratîk rêgez û saziyên xwe yên demokratîkbûnê pêş bixin û tîne ziman ku tecrubeyên rêveberiyên herêmî yên kurdan dê rê li ber demokratîkbûna kurdan veke.    Abdullah Ocalan destnîşan dike ku di Konfederalîzma Demokratîk de, rêveberiyên herêmî wê bi beşdariya civakê zêdetir bibin xwedî rayeya biryardayînê û aşkere dike ku pirsgirêkên aborî, civakî û çandî bi vî rengî dikarin bên çareserkirin.    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin şertên tecrîdeke giran de tê ragirtin, di hevdîtinên bi parêzerên xwe re kir de têkildarî rol, mîsyon û girîngiya şaredariyan nirxandin kirin û hişyar kir.    XIZMETA GEL    Abdullah Ocalan ê diyar dike ku divê şaredarî ji bo aştî û demokrasiyê mînakên baş bin, di hevdîtina 15’ê tîrmeha 1999’an de van pêşniyaran dike: “Divê xizmeteke gel a paqij bikin. Kurdbûn zehmet e, xebatê hewce dike. Hawîreke we ya tirsnak heye. Hewl bidin ku bibin layîqî wê. Ji vî şensê di destê we de sûdê bigirin. Bi şêwaza kevin nabe. Ne bi jiyanê, ne bi siyasetê ne jî bi şêwaz û usluba kevin nabe.”   ‘BILA QIYMETÊ BIDIN GEL’    Abdullah Ocalan di hevdîtina 8’ê mijdara 1999’an de ku girîngiya têkoşîna demokrasiyê ya şaredariyan destnîşan dike, wiha dibêje: “Şaredarî tenê malîna kolanan nîne. Bila qiymetê bidin gel. Heke hebe cesareta wan bila bi berhemekê xwe îspat bikin.”   PÊŞNIYARA JI BO DIBISTANEKE DEMOKRASIYÊ    Ocalan, di hevdîta xwe ya 15’ê mijdara 1999’an de pêşniyar dike ku şaredariyan veguherînin dibistaneke demokrasiyê û van rexneyan dike: “40 şaredarî dikarîbûn bibin dibistanên demokrasiyê. Heke ez şaredar bûma, min tiştek nedixwest, tenê hawîreke rehet a xebatê bixwasta. Li Amedê bi deh hezaran mirovên bêkar hene. Mirov dê ji bo sê nanan bixebitin. Dê Amedê paqij bikin. Divê şaredarî bingeha ku li ser disekinin înkar nekin. Pere hene lê projeyên wan û kadroyên wan nînin.”   RÊBAZA ŞAREDARIYA AZAD   Abdullah Ocalan ê destnîşan dike ku divê rêbaza şaredariya azad were destpêkirin, di hevdîtina xwe ya 28’ê tebaxa 2002’yan de wiha dibêje: “Divê hûn senatoyên bajaran ava bikin. Hemû enerjiya bajêr dê li wir bibe yek û projeyên mezin dê bi pêş bikevin. Tevgera şaredariyên azad ên hawirdorparêz, adil, wekhevîxwaz û heta dawiyê azadîxwaz bi pêş bikeve. Şaredarî tevgerên mezin in divê biçûk neyên dîtin. Yekane rêya xelasiyê demokrasiya herêmî ye. Ev sosyalîzm bi xwe ye. Sosyalîzmê li Moskowê, Enqereyê negerin. Sosyalîzmê di nava şaredariyê de weke hawirdor, edalet û kar biafirînin. Heke hûn wiha bikin hûn ê hemû Amedê bikin gul û gulistan. Dikarin arasteyî tevgera tûrîzmê bikin. Kampanyayên avahiyan dikarin hebin, ji bo xizanan dikare kar were peydakirin. Tê gotin ku pereyekî bi vî rengî nîne, kesê jîr dikare pereyan bibîne. Plan ew e ku hûn ê projeyê bi hêza gel pêk bînin.”   TEVGERA JI BO RIZGARKIRINA RÛYÊ ERDÊ    Rêberê PKK’ê mînaka Romayê ku senatoyek bû veguherî împaratoriyeke gelekî mezin dide û wiha diaxive: “Şaredarî tevgereke ji bo rizgarkirina rûyê erdê ye. Ne ku ewropî pir dixebitin, em jî gelek dixebitin. Pirsgirêka me teraliya hiş e. Heke şaredarî ev qas mirovên bêkar bîne bahev dê cîhan bibe bihişt. Hiqûqê nas bikin, bi gelê me re têkiliyê deynin. Bi hezkirinê vî karî bikin, ne bi zorê. Kar bi rengekî xweşik, rast, bi hezkirinê tên kirin. Divê hûn van derbas bikin, heke dê bi we bidin derbaskirin.”   ÇANDA RÊVEBERIYA DEMOKRATÎK    Abdullah Ocalan ê bi lêv dike ku divê li şaredariyan çanda rêveberiya demokratîk bê avakirin, di hevdîtina 11’ê îlona 2002’yan de wiha dibêje: “Divê Meclisên Şaredariyan ên gelekî xurt û heta senatoyên bajaran bên avakirin. Karker, esnaf, bazirgan, heta axa, rewşenbîr, her kes tê de dikare bi cih bibe. Dibe ku ev Senato ji du sed, sê sed kesan pêk bê. Şaredar her meh rapora xwe pêşkeşî senatoyê bike, çima Amed, Êlih û bajarên din nikaribin vê bi pêş ve bibin. Hemû pirsgirêk bi tena serê xwe nikarin bên derbaskirin. Ya ku fonksiyonel e, rêxistinbûna li asta herêmî û di asta jor de ye. Pirsgirêkên wekî xanî, birçîbûn û aborî ji aliyê şaredariyê ve tên çareserkirin. Hejmareke bi sînor a parlamenteran dikare ji Meclisê re bê şandin. Lê ya girîng rêveberiyên herêmî ne. Hûn nekarin wextê xwe bidin lewazkirin an jî giriyê.”   ‘ÇAVKANÎ JÎ HEYE, GEL JÎ HEYE’    Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya 13’ê mijdara 2002’yan de tîne ziman ku divê feraseta şaredariya azad were bi pêş ve birin û van pêşniyaran dike: “Feraseta şaredariya azad ji bo demokrasiya ku em pêşbîniya wê dikin diyarker e. Ji ber ku demokrasiya me wê li ser şaredariya azad bi pêş bikeve. Di warê ziman, çand, huner û bingehê de xebat dikarin bên kirin. Ji bo vê têra xwe çavkanî hene û gel jî heta bi hetayê li wir e. Ya din jî ji rewşenbîrên ku pêşengtiyê ji gel bikin re dimîne. Divê ev hemû bi pêşengiya rewşenbîran pêk werin. Di nava avahiyeke demokratîk de ev xebatên zanîstî dikarin bên kirin.”   ‘DIVÊ ŞAREDARIYEKE BAŞ BIKE’    Rêberê PKK’ê di hevdîtina xwe ya 26’ê gulana 2004’an diyar dike ku divê li şaredariyan demokrasî were pêkanîn û van gotinan dibêje: “Li cem me teror nîne, otorîteya demokratîk a gel heye. Tarzê min e ku bi têgihiştin, feraset û başbûnê encamê bigire. Em bi gotinê, vîna gel û ferasetê hewl didin çareser bikin. Zordarî nîne, kesê bixwaze dê were tev li tevgera civaka demokratîk bibe. Dilxwazî girîng e. Divê şaredar bajar ser û bin bike. Divê weke bihiştê lê bike. Divê şaredariyeke baş bike. Dikare dibistan, weqf, parka çandê, parka jina azad çêbike. Daristanên nû ava bike. Qesrên çandê, xanî û kargehan dikare çêbike. Divê derfetê kar biafirîne. Divê ji hemû ciwanên me yên bêkar re derfetên kar peyda bike. Tu dê pirsgirêka bêkariyê ji holê rakî.”   ‘ŞAREDARÎ YÊN GEL IN’    Abdullah Ocalan ê anî ziman ku şaredarî navenda çareseriya pirsgirêkên civakî ne, di hevdîtina 14’ê hezîrana 2006’an de wiha diaxive: “Şaredarî milkê gel in. Şaredarî jî di nav de divê pirsgirêkên di nava avaniya demokratîk de bi rengekî çêker werin çareserkirin. Mafê kesî nîne ku destketiyên demokratîk ên bi salan ji holê rake an jî bi paş ve bibe. Bêyî şikandinê divê pirsgirêk bi awayekî çêker werin çareserkirin.”   ‘DIVÊ KONSEYÊN BAJARAN BÊN AVAKIRIN’    Abdullah Ocalan ê pêşniyar dike ku li her bajar, navçe û bajarokê Konseya Bajaran were avakirin, di hevdîtina di 17’ê hezîrana 2009’an de wiha dibêje: “Dikarin li bajarên mezin ji sêsed kesan, li bajarên din du sed kesan, li navçe û bajarokan jî ji pêncî û sed kesan Konseyên Bajaran bên avakirin. Divê demildest ev konseyên bajaran werin avakirin. Ji bo çareseriya pirsgirêkên civakê avakirina van girîng e. Şaredarî jî bi Konseyên Bajaran re dikarin bi awayekî demokratîk bixebitin. Divê şaredarî xebatên xwe bi lezeke mezin bi awayekî demokratîk, li ser bingeheke rast û li ser bingeha gel bimeşînin. Nikarin vê yekê bi rêya xwe dispêrin kapîtalîzmê, bi krediyan, pey ketina krediyê serbixînin. Encax bi xwedispêrina gel, bi seferberkirina hêza gel dikarin bi ser bikevin.”   ‘DIVÊ BI RÊXISTINKIRÎ BIN’    Rêberê PKK’ê destnîşan dike ku divê şaredariyeke bi bingeha gel were avakirin û di hevdîtina xwe ya 7’ê nîsana 2010’an de wiha dibêje: “Divê komunên herêmî bên avakirin. Divê vê li ser bingeha civakê vê xebatê bimeşînin. Bi gotinên ‘dewlet pere nedan, nade’ bi bendewariya dewletê tiştek nikare were kirin. Divê dest ji vê ferasetê bê berdan. Ji bo ku modela me li ser bingeha civakê ye her tim bi pêş ve diçe. Dema we komunên xwe yên demokratîk ava kirin êdî pêdivî bi vê namîne. Dema li her derê bi awayekî xurt rêxistinkirin hate kirin, tiştên weke pereyî jî dê bên. Komunên herêmî dikarin bi awayekî konfederasyonên demokratîk jî bên birêxistinkirin. Dikarin encax bi vî awayî pirsgirêkên civakê çareser bikin. Divê ji bo vê yekê di nava hewldanên zêde û rêxistinkirineke zêde de bin.”   MA/Ozgur Paksoy