Yaray: Bi milyonan kes ji bo Abdullah Ocalan azadiyê dixwazin 2024-01-08 09:09:53 AMED - Hevseroka DBP’a Amedê Sûltan Yaray, diyar kir ku bi milyonan kes ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azadiyê dixwazin û destnîşan kir ku ji bo aştî û çareseriyeke mayînde divê tecrîd bê rakirin.    Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin, 34 meh in agahî nayên girtin. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk a Amedê (DBP) Sûltan Yaray bertek nîşanî tecrîda girankirî ya tê pêkanîn da.    ‘BI MILYONAN KES AZADIYÊ DIXWAZIN’    Yaray, da zanîn ku bi milyonan kes ji bo Abdullah Ocalan dibêjin “vîna min e” û wiha got: “Ne tenê rakirina tecrîdê, pêkanîna azadiya wî tê xwestin. Abdullah Ocalan bi pêşniyarên weke civaka azad û azadîxwaz, li dijî kapîtalîzmê xwezayê diparêze ‘Rêya Sêyemîn’ pêşniyar dike. Bi milyonan kes jî vê felsefeyê qebûl dike û dengê xwe bilind dike. Dixwazin dengê Abdullah Ocalan baştir li dinyayê belav bibe.”     ‘TÊ XWESTIN KU VÎNA KURDAN BIŞIKÊ’    Yaray, anî ziman ku bi tecrîdê hewl tê dayîn vîna gelê kurd were şikandin û wiha berdewam kir: “Dema tecrîd giran dibe, çareseriya pirsgirêka kurd jî giran dibe. Dema tecrîd radibe, weke salên 2013-2015’an gel bi pêş ve diçe. Komkujiyên jinan, girtin û binçavkirin kêm dibin.”   ‘DIVÊ TÊKOŞÎN BÊ MEZINKIRIN’    Yaray, bal kişand ku di pêvajoyeke ku mirov bi gotina “birçî me” întîhar dikin û krîza aboriyê kûr dibe de derbas dibin û diyar kir ku ev rewşên heyî ji neçareseriya pirsgirêka kurd û polîtîkaya tecrîdê ne serbixwe ne. Yaray, îşaret bi kampanyayên ji bo azadiya Abdullah Ocalan hatine destpêkirin kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heta ku azadiya Abdullah Ocalan pêk were dê ev kampanya berdewam bikin. Li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir. Divê îro em xwedî li van kampayayan derkevin. Heke em weke gelê kurd têkoşînê û xwedî derketinê mezin nekin em ê neçar bimînin ku 100 salên din jî li bendê bimînin. Heke tecrîd rabe dê li Tirkiyeyê, Kurdistanê û Rojhilata Navîn aştî û çareseriyeke mayînde pêk were. Ji bo vê yekê jî divê têkoşîn were mezinkirin.”