‘Bi kampanyaya ji Abdullah Ocalan re azadî dibêjin hûn nikarin teslîm bigirin’ 2024-01-08 09:10:59 AMED - Hunermend Hekîm Sefkan ê tecrîd weke “sûcê mirovahiyê” nirxand, diyar kir ku tecrîd lûtkeya faşîzmê ye û anî ziman ku bi kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” ji rayedarên Tirkiyeyê re peyama “Em li ser piyan e, hûn nikarin teslîm bigirin” tê dayîn.    Kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî’ ku di 10’ê cotmeha 2023’an de li qada navneteweyî ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê girtin û azadiya wî ya fizîkî bê misogerkirin, bi çalakî û aktîvîteyên bi piştgiriya gelek beşan dewam dike. Hunermendê kurd Hekîm Sefkan ê piştgiriya kampanyayê dike, di heman demê de di nava îmzekarên deklarasyona “Em ji aştiyê re bibin deng” ku duh li Stenbolê hate aşkerekirin de ye.    Sefkan têkildarî tecrîda li Îmraliyê û kampanyayan de nirxandin kirin.    ‘LÛTKEYA FAŞÎZMÊ’    Sefkan, ê tecrîd weke “sûcê mirovahiyê” nirxand, diyar kir ku tecrîd lûtkeya faşîzmê ye û wiha got: “Tecrîd îşkenceyeke li ser îşkenceyê ye. Dema ku mirov bala xwe dide Îmraliyê, bi qasî behrê îşkence heye. Bi tecrîdê re îşkence bi milyonan kurdan û mirovên demokrat re tê kirin. Dema te mirovek xist zindanê divê mafê mirovan were pêkanîn.”   ‘YEKANE ARMANC AZADIYA RÊBER APO YE’     Sefkan, anî ziman ku di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” de berpirsyartiya dikeve berê wan bi cih anîne û wiha berdewam kir: “Ne tenê gelê kurd, ji aliyê hemû welatên li cîhanê û saziyên sivîl ên civakî ve azadiya Rêber Apo hate xwestin. Em jî weke qada çandê tev li vê kampanyayê bûn. Me hin çalakî li dar xistin. Di hemû çalakiyên me de azadiya Rêber Apo ya fizîkî tê xwestin.”   Sefkan, bal kişand ku çalakiyên li Kurdistan, Tirkiye û cîhanê tên lidarxistin li dijî tecrîdê bersiveke û bi lêv kir ku gelê kurd ji Tirkiyeyê re peyama “Tişta ku tu ji bo me difikirî û hêvî dikî ne pêkan e. Ne pêkane ku tu me teslîm bigirî, em li ser piyan in” dide. Sefkan, anî ziman ku tecrîd encax bi têkoşîn û berxwedanê dikare bi dawî bibe û destnîşan kir ku bi vî awayî bi kurdan re dinya jî dikare azad bibe ji ber ku feraseta Tirkiyeyê bûye bela serê hemû cîhanê.    BANG LI HUNERMENDAN KIR    Sefkan, destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê di kesayeta Abdullah Ocalan de li dijî hemû kurdan tê pêkanîn û got: “Garantiya kesê nîne. Ew tecrîd ji bo me îşkence ye. Bi salan e bi hezaran kes hatin girtin, şehîd ketin, îro jî bi deh hezaran mirov di zindanan de ne. Bi taybetî bang li hunermendan dikim; em wan fikrên tirsê bişikînin. Çawa ku dewleta tirk dixwaze me li her qadê biqedîne, divê em jî li her qadê ji bo hebûna xwe bixebitin.”