Xebatên komeleyê weke ‘fealiyetên rêxistinê’ hatin nîşandan 2024-01-08 09:16:34 ÎZMÎR - Di îdianameya derheqê Hevserokê Avestayê Alî Yalçinkaya de ku niha girtî ye, xebatên komeleyê weke “fealiyetên rêxistinê” hatin nîşandan.    Hevseroka Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE-TUHAYDER) Nîlay Guleser û Hevserokê Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandê ya Avestayê (Avesta) Alî Yalçinkaya di 28’ê mijdara 2023’yan de li Îzmîrê hatin binçavkirin û di 1’ê kanûnê de hatin girtin. Îdianameyên derheqê Guleser û Yalçinkaya de hatin qebûlkirin. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya îzmîrê de polîsan bi ser malan de girtin û Hevseroka EGE-TUHAYDER’ê Nîlay Guleser, Hevserokê Avestayê Alî Yalçinkaya û Derya Kandemîr, Nerîman Bîrlîkler, Dîlaver keklîk û di 29’ê mijdarê de jî rêveberê EGE-TUHAYDER’ê yê berê Ramazan Yavuz hatin binçavkirin. Her 6 kes jî di 1’ê kanûnê de derketin dadgehê. Guleser, Yalçinkaya, Nerîman Bîrlîkler û Ramazan Yavuz hatin girtin. Dîlaver Keklîk û Derya kandemîr jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    XEBATÊN KOMELEYÊ    Îdianameya derheqê Yalçinkaya de ji hêla 18’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê ve hate qebûlkirin. Derheqê Yalçinkaya de bi îdiaya “endamtiyar rêxistinê” îdianame hate amadekirin ku ji 48 rûpelan pêk tê. Di îdianameyê de îfadeyên şahidên eşkere û nepen û xebatên ziman jî cih girtin. Di beşeke mezin a dosyayê de axaftinên Yalçinkaya li ser telefonê di çarçoveya xebatên komeleyê de bi qursiyeran re kiriye cih girtin û weke sûc hatin nîşandan.    QURSA ZIMANÊ KURDÎ WEKE SÛC HAT HESIBANDIN    Qursên zimanê kurdî yên Yalçinkaya didan weke “li ser navê rêxistinê fealiyet meşandiye”, “endam bi rêxistinê daye qezenckirin” û “propagandaya rêxistinê” hatin nîşandan. Her wiha Yalçinkaya têkildarî qursên zimên ên ku Avesta her 3 mehan carekê dide destpêkirin hevpeyvîn kiribû û gotina wî ya “Ji bo kurdî bijî em têdikoşin” weke sûc hate nirxandin. Li hêla din; tevlibûna çalakiyên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê yên ji bo girtiyên nexweş, merasîmên cenazeyan û çalakî û xwepêşandanên rêxistinên civaka sivîl jî weke sûc hatin nîşandan.    HEVDÎTINA TELEFONÊ JÎ DI ÎDIANAMEYÊ DE CIH GIRT    Îdianameya derheqê Hevseroka EGE-TUHAYDER’ê Nîlay Guleser de jî ji hêla 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê ve hate qebûlkirin. Îdianame, bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatiye amadekirin û îfadeyên şahidên eşkere û nepen, xebatên komeleyê û tevlibûna çalakiyên rêxistinên jinan tê de cih girt. Di beşeke mezin a îdianameyê de 34 axaftinên Guleser ên li ser telefonê di çarçoveya xebatên komeleyê de bi xizmên girtiyan û rêveberên komeleyê re kirine cih girt.    PÎROZKIRINA CEJNA XIZMÊ GIRTÎ SÛC E!    Pêşwazîkirina girtiyan a li pêşiya girtîgehan, parvekirina van xebatan li ser medyaya civakî û hevdîtinên Guleser ên bi xizmên girtiyan re weke sûc hatin nîşandan. Di îdianameya Guleser de naveroka hevdîtinên bi xizmekî girtiyekî re ku weke “X zilam” hatiye kodkirin hate bicihkirin. Di naveroka hevdîtina behsa xeberê ya weke sûc tê nîşandan da cejn tê pîrozkirin û pirsên weke bê ka dê biçin serdana girtîgehan an na tê kirin.    Beşeke hevdîtina Guleser bi xizmê girtî re kiriye wiha ye:    - Nîlay Guleser: Alo merheba. Çi dikî, çawanî?    - X zilam: Baş e sax bî, cejna we mibarek be.    - Nîlay Guleser: Sax bî, cejna we jî mibarek be.    - X zilam: Sibe hevdîtin heye. Hûn dê biçin an na?    - Nîlay Guleser: Ez ê nekarim sibe biçim. Ez hefteya berê çûbûm.    XEBATÊNB 8’Ê ADARÊ   Di heman demê de tevlibûna Guleser a civîna Tevgera Jinên Azad (TJA) a li êlihê, tevlibûna wê ya çalakî û xwepêşandanên di 8’ê Adarê Roja Têkoşîna Tundiya li Dijî Jinê û çalakiyên ji bo balê bikişînin ser rewşa tenduristî û pirsgirêkên girtiyan jî di îdianameyê de cih girtin.    Danişîna ewil a Yalçinkaya dê di 18’ê çileyê de, ya Guleser jî dê di 19’ê adarê de bê lidarxistin.