ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2024'AN 2024-01-08 09:00:00     * Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan destnîşan kir ku yekane rê demokrasiya herêmî ye û destnîşan kir ku ji bo vê divê rêbaza şaredariya azad were pêşxistin.    * Hevseroka DBP’a Amedê Sûltan Yaray, diyar kir ku bi milyonan kes ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azadiyê dixwazin û destnîşan kir ku ji bo aştî û çareseriyeke mayînde divê tecrîd bê rakirin.    * Hunermend Hekîm Sefkan ê tecrîd weke “sûcê mirovahiyê” nirxand, diyar kir ku tecrîd lûtkeya faşîzmê ye û anî ziman ku bi kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” ji rayedarên Tirkiyeyê re peyama “Em li ser piyan e, hûn nikarin teslîm bigirin” tê dayîn.    * Hevseroka Şaxa SES’ê ya Meletiyê ya SES'ê Cansû Kaplan bi lêv kir ku ji ber di rakirina kavil û hilweşandina avahiyên xesareke mezin gihiştinê de kêm av tê rijandin, metirsiya nexweşiyan heye û anî ziman ku dê di pêşerojê de nexweşiyên weke pençeşêrê li Meletiyê zêde bibin.   * Angaştnameya der barê Hevserokê Komeleya Avesta Alî Yalçinkaya ku girtî tê darizandin de temam bû. Dozger gotina "Mamoste" wekî kot nirxand û sedema sûc nîşan da.    * Çemê Êlihê ji bo erdnîgariya Êlihê wekî çavkaniya debar, av, oksîjen û çavkaniya nebatan e. Lê ji ber rayedarên dewletê tedbîran nagirin, di çem de kanên xîzê tên kolan û fabrîqetorên li pîşesaziyê hemû berhemên sanayê di nava çem de vala dikin. Qirêjkirina çem, siberoja çem dixe talûkeyê.    * Danişîna Doza Kobanê dê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Nobetên Edaletê yên li Amed, Stenbol, Îzmîr, Wan, Edene û Mêrsînê hatine destpêkirin dê bidomin. (11.00-18.00)   * Nûçegihanê rojnameya Evrenselê Metîn Goktepe dê di salvegera qetilkirina xwe ya 28’emîn de li Goristana Kemer a Esenler a Stenbolê were bibîranîn. (11.00)