Sê ciwanên li Farqînê hatibûn binçavkirin hatin girtin 2024-01-08 10:11:38   AMED - Sê ciwanên di 5’ê çileyê de li Farqînê di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.    Polîsan di 5’ê çileyê de li navçeya Farqîn a Amedê bi ser malan de girtin. Di serdegirtinên malan de ciwanên bi navên Mûrat Aslan (26), Selman Aktar (19) û Cîhan Almaz bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin binçavkirin. Piştî karûbarên li Midûriyeta Emniyetê ya Farqînê sewqî Amedê hatibûn kirin. Ciwanên li serdozgeriyê îfade dan, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayên Sulhê ya Nobedar a Amedê hatin kirin. Her sê ciwan bi heman îdiayê hatin girtin.    Hat zanîn ku di çarçoveya heman lêpirsînê de ciwanên bi navên Recep Katar û Diyar ku paşnavê wî nehat zanîn jî hatine binçavkirin. Her du ciwan bi biryara dadgehê hatin berdan.