Hevserokê DBP’ê yê Semsûrê Akdag hate binçavkirin 2024-01-08 10:17:27 SEMSÛR - Tevî Hevserokê DBP’a Semsûrê Azîz Akdag û nûnerê MEBYA-DER’ê Mahmût Elçî jî di nav de 3 kes li Semsûrê hatin binçavkirin.    Polîsan îro di danê sibehê de li navenda Semsûrê di çarçoveya lêpirsîna bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" de bi ser malan de girtin. Di encama serdegirtinên malan de Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Semsûrê Azîz Akdag, Nûnerê Semsûrê yê Komeleya Yekitî û Çandê ya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirina re (MEBYA-DER) Mehmût Elçî û welatiya bi navê Bedriye Polattaş hatin binçavkirin.    Hat zanîn ku kesên hatine binçavkirin birine Fermandariya Cendirmeyan a Semsûrê.