Der barê rojnameger Fûrkay Karabay de biryara berdane hate dayîn 2024-01-08 11:46:30 STENBOL - Der barê Edîtorê Gerçek Gundemê Fûrkan Karabay ê ji ber nûçeyeke xwe hatibû girtin, biryara berdanê hate dayîn.    Edîtorê Gerçek Gundemê Fûrkan Karabay di 28 kanûna 2023’yan de der barê girtînameya dadgehê ku mafê xwegihandinê yê biryarê hebû, kire nûçe bi îdiaya “Hedefnîşandana kesên di têkoşîna li dijî terorê de cih girtiye” hat girtin û şandin Girtîgeha Maltepeyê. Dadgeha ku îtîraza ji bo girtina Karabay hatiye kirin, lêkolîn kir, biryara berdana Karabay da.