Rozerîn Çukur li ser gora xwe hat bibîranîn 2024-01-08 13:29:39   AMED - Rozerîn Çukur (16) di 8'ê çileya 2016'an di dema qedeyên derketina derve ya Sûrê de hate qetilkirin. Di 8'emîn salvegera qetilkirina xwe de Çukur li ser gora xwe hat bibîranîn.     Di 8'ê çileya sala 2016'an di dema qedexeya derketina derve ya li Sûr a Amedê de xwendekara dibistana amadehî Rozerîn Çukur a 16 salî bi guleyên segvanan artêşa tirk hate qetilkirin. Rozerîn Çukur, di 8’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn.    Dayik û bavên Çukur, Fahriye Çukur û Mûstafa Çukur çûn ser goristana keça xwe ya li gundê Herîdana ya navçeya Pîranê.    Dayik û bavên Çukur kûlîlkên bi xwe re anîn danîn ser gora keça xwe û dua kirin. Dayik Fahriye Çukur kêla keça xwe hembêz kir û got ku wê keça xwe 8 sal berê şand dibistanê lê belê piştre jê re xebera mirina keça wê hat.    Dayik Fahriye Çukur demekî dirêj hestên xwe yên bêrîkirinê vegot û ev tişt anî ziman: "Xeyala keça min ew bû ku bibe bijîşk û xêra wê bigihije gelê wê. Lê belê ew qetil kirin. Ev 8 sal e ku dengê te li mala min kêm e. Keça min ‘terorîst’ nebû. Di destê wê de pênûs û lênûs hebûn. Tu şehîda Kurdistanê yî. Rozerîna min, tu çûyî hezar Rozerînên min çêbûn. Ez bi te serbilind im. Ez ê hem li vê cîhanê hem jî li cîhana din dev ji doza te bernedim. Bi qasî ku dayika te bijî, dê were ser gora te. Wesiyeta min e, dema ez mirim, bila min li kêleka te veşêrin.”