Metîn Goktepe li ser gora xwe hat bibîranîn 2024-01-08 15:39:24   STENBOL - Komek rojnameger ku di navde xebatkarê Rojnameya Evrenselê û endamên malbatê jî hene, Rojnameger Metîn Goktepe ku 28 sal berê hatibû qetilkirin, li ser gora wî bibîr anîn. Rojnamegeran di bîranînê de peyama "Çi dibe bila bibe teqez kesekî-e ku rastiyan binivîsîne dê hebin."    Polîsan di 8'ê Çileya 1996'an de li Alîbeykoy a Stenbole rojnameger û nûçegihanê Rojnameya Evrenselê Metîn Goktepe binçav kiribûn û di bin çavan de qetil kiribûn. Komek rojnameger û endamên malbatê jî di navde nûnerên EMEP'ê û rêxistinên civakî di 28'emîn salvegera Metîn Goktepe de çûn ser gora Goktepe ya li Goristana Kemer a Esenlerê û li ser gora wî bibîr anîn. Di bîranînê de dowîzên "Ji înadê re em her yek Metînek in”, "Rojnameya Evrenselê dinivîse" û "Dê çapemeniya azad bêdeng nebe" rakirin. Koma rojnamegeran û nûnerên rêxistinên civakî di bîranînê de qurnefil danîn ser gora Goktepe.    Di bîranînê de Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Evrenselê Hakki Ozdal, anî ziman ku dema Goktepe hat qetilkirin, Rojnameya Evrenselê nû dest bi weşanê kiribû û wiha got: "Rojnameya Evrenselê tirs xist dilê dewlet û sermayeyê. Ji ber vê tirsê dewletê Goktepe qetil kir. Metîn got 'Teqez ez ê vê nûçeyê bişopînim' û çû nûçeyê. Li nûçeyê rastî tundiya polîsan hat û hat qetilkirin."    Xwişka Goktepe Meryem Goktepe jî anî ziman ku Metîn Goktepe dema diçû nûçeyê teqez encam digirt û wiha got: "Ji wê demê heta niha zextên li ser çapemeniyê nehatine guhertin. Mirov hîna ji ber fikrên xwe tên girtin û sucdarkirin. Ez li vir silavê ji rojnamegerên girtî re dişînim."    Gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî jî li ser gorê axivîn û diyar kirin ku dê teqez heqîqet û rastî bê nivîsandin û dê doza Metîn bişopînin.