‘Heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dê têkoşîna me bidome’ 2024-01-08 16:41:27 NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyên tev li Nobeta Edaletê bûn diyar kirin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dê têkoşîna xwe bidomînin.   Di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de malbatên girtiyan jî li Amed, Wan, Edene, Mêrsîn, Îzmîr, Stenbol û Mêrdînê çalakiyên Nobeta Edaletê dane destpêkirin. Çalakî îro jî berdewam kirin.    WAN   Çalakiya bi pêşengtiya TUHAY-DER’a Wanê li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajêr hatiye destpêkirin jî di roja 35’an de didome. Bernamzetên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên hevşaredariya navçeya Artemêtanê, şênyên Taxa Suphanê ya navçeyê û gelek welatî hatin serdana nobetê.    Ji welatiyan Saliha Yazici di çalakiyê de axivî û got ku ew aştiyê dixwazin. Yazici, wiha domand: “Bila birêz Abdullah Ocalan bê berdan.” Piştre jî yek ji xizmên girtiyan Gul Ozturk axivî û xwest ku girtî bên berdan û hemû kesên aştîxwaz piştgiriyê bidin çalakiya wan.    Ji xizmên girtiyan Hasan Pala jî hêvî kir ku çalakiya wan bibe wesîleya edaletê. Pala, anî ziman ku dê kesek xêrê ji polîtîkayên şer negire û bang kir ku hemû kesên xwedî wijdan li dijî tecrîdê dengê xwe derxînin.    Piştî axaftinan, beşdaran dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.    AMED    Li Amedê bi pêşengiya Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) çalakiya Nobeta Edaletê ya li avahiyê Rêxistina Dem Partiyê ya li navçeya Rezanê hatiye destpêkirin, di roja 36’an de berdewam kir. Beşdarên çalakiyê pêşmalkên ku li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin. Gelek xizmên girtiyan tev li çalakiyê bûn û Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya MED’ê (MED TUHAD-FED), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û endam û rêveberên DEM Partiyê ya Sûrê hatin serdana nobetê.     Di çalakiyê de beşdaran gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Ji xizmên girtiyan Meryem Soylu strana dengbêjiyê got ku li ser xweza, xweşikahî û tunekirina gundê xwe yê Amedê ku dewletê di salên 90’î de şewitandibû nivîsandiye.   Nobet bi stranên kurdî, tililî û dirûşman berdewam kir.    EDENE   Nobeta Edaletê ya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene Akdenîzê (AATUHAY-DER) daye destpêkirin di roja 36’emîn de berdewam kir. Gelek kes tev li Nobeta Edaletê bûn. Di çalakiyê de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan û hemû girtiyan hate kirin.   MÊRSÎN   Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (Çukurova TUAY-DER) hatiye destpêkirin jî 36 roj in didome. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û rêveberên DEM Partiyê nobet ziyaret kirin. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. Ji dayikên girtiyan Zelîha Kaya di nobetê de wiha got: “Em dixwazin tecrîd bê şikandin. Bila girtî azad bibin. Bila kesek nemire û em aştiyê dixwazin.”    STENBOL   Nobeta Edaletê ya li Stenbolê jî bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) ve li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Esenlerê hatibû destpêkirin û di roja 27’an de berdewam kir. Di çalakiyê de pankartên “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî bibin dengê zindanan” û “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin, bibin dengê zindanan” hatin vekirin.    Endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partyê hatin serdana çalakvanan. Di çalakiyê de xizmên girtiyan stranên kurdî gotin û girseyê gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.    Endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê diyar kirin ku ew piştgiriyê didin xizmên girtiyan û bal kişandin ser têkoşîna gelê kurd. Ciwanan gotin ku divê tavilê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe û ji bo aştiyê jî divê deriyên Îmraliyê bên vekirin.    Xizmên girtiyan jî dan zanîn ku heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk tê dê têkoşîna xwe bidomînin.    MÊRDÎN Nobeta Edaletê ya duh li Mêrdînê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd dest pê kir, di roja duyemîn de jî li avahiya DBP’ê ya bajêr berdewam kir. Serokê Baroya Mêrdînê Îsmaîl Elîk û şandeya pê re, endamên KESK,ÎHD, Lijneya Koordînasyona Bajêr a TMMOB’ê serdana nobetê kirin. Saziyên serdana nobetê kirin, diyar kirin ku piştgiriyê didin Nobeta Edaletê û dan zanîn ku ji bo daxwaz werin bicihanîn dê bikevin nava hewldanan. Yek ji malbata di Nobeta Edaletê de Turkan Dûrç, bal kişand ku li dijî tecrîdê di nobetê de ne û wiha got: “Nobeta me ya li vir ji bo Serokatiyê ye. Heta ku Serokatî ji vê tecrîdê dernekeve ne girtîgeh ne jî miletê kurd dikare azad bibin. Daxwaza me jî ev e. Ji bo gelên bindest hevî Serokatî ye. Aştî û wekheviyê dixwaze. Em jî ji bo ku tecrîd were rakirin têdikoşin.” Dûrç, diyar kir ku Meclisa Dayikên Aştiyê bi banga Ocalan hate avakirin û armanca wan ew e ku di avakirina aştiyê de roleke bi bandor bilîzin û wiha berdewam kir: “Em hebûna gelê kurd diparêzin. Em ji bo vê têdikoşin. Em li dijî kesên ku dibêjin gelê kurd nînin li ber xwe didin. Piştî hemû şeran aştiyek tê avakirin. Weke li her derê aştiya bi kurdan re jî neçar e. Ji ber vê yekê em aştiyê dixwazin. Bi dayikan re aştî dê baştir çêbibe. Dema li gundan jî şerek çêdibû me laçika li serê xwe diavêt erdî û ew şer dida sekinandin. Ji ber vê yekê em bûn Dayika Aştiyê. Ji bo ku vî şerî bidin sekinandin. Em jî weke her gelî dixwazin bijîn. Ji ber vê yekê em îro li vir di çalakiyê de ne.”