Cenazeyên Andiç û Yîgît piştî 5 mehan radestî malbatên wan kirin 2024-01-08 23:17:58   ŞIRNEX - Cenazeyên endamên HPG’ê Levent Andiç û Haci Alî Yîgît ên di şerekî li navçeya Elkê derketî de jiyana xwe ji dest dabûn, piştî 5 mehan radestî malbatên wan hatin kirin.    Cenazeyên Têkoşer Pêncewîn (Levent Andiç) û Yûsûf Pîrosî (Haci Alî Yîgît) ên di şerekî 27’ê tîrmeha 2023’yan de li çoltera gundê Bilbês ê navçeya Elkê ya Şirnexê derket de jiyana xwe ji dest dabûn, rakiribûn morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Malbatan ji ber ku nekarîbûn cenazeyan teşhîs bikin wê demê mînaka xwînê dabûn. Cenazeyên bêyî ku li benda xwînê bimînin, li goristana bêkesan a Şirnexê hatibûn veşartin.    Li ser xwînan ji hev girt, cenaze piştî 5 mehan radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyê endamê HPG’ê Haci Alî Yîgît ji aliyê malbata wî ve hate wergirtin û li Goristana Asrî ya Cizîrê hate veşartin. Cenazeyê Levent Andiç jî ji bo veşartinê ber bi Amedê ve bi rê ket.