ROJEVA 9’Ê ÇILEYA 2024’AN 2024-01-09 09:00:14   * Nivîskar û hunermendên tev li deklarasyona “Em ji aştiyê re bibin deng” a li Amedê bûn, destnîşan kirin ku ji bo aştiyeke mayînde divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin.    * Endezyarê Bilind ê Jeofizîkê Prof. Dr. Ahmet Ercan ê erdhejên li Colemêrgê çêbûn nirxandin wiha got: “Teqeze ku dê erdhej li ser şikesteke Geverê çêbibe. Licê, Wan, Colemêrg, Tetwan, Bedlîs û Mûş jî qadên ku dê di asta yekemîn de bi bandor bibin in.”   * Hunermendê kurd Kasim Taşdogan anî ziman ku bi strana xwe ya “Ziryanim” hewl da tiştên di komkujiya Şengalê de qewimîne û dengê girtiyan ragihîne û wiha got: “Ez vê stranê diyarî Şengalê û têkoşîna girtiyên bi salan e tên ragirtin dikim.”   * Yek ji îmzekarên deklarasyona “Em ji aştiyê re bibin deng” derhênera belgefîlm û sînemayê Nejla Demîrcî, diyar kir ku divê zimanê aştiyê ji nû ve were avakirin û wiha got: “Heke gelê kurd Abdullah Ocalan weke aktorê vê pêvajoyê bibîne divê pê re hevdîtin were kirin, ev rastiya gelê kurd e.”   * Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Geverê anîn ziman ku heta ku tecrîd bi dawî nebe ne pêkane aştî were ser vê axê û bang kirin ku li dijî tecrîdê herkes dengê xwe derxîne.   * Li DEM Partiya bi modela “Lihevkirina Bajêr” namzetên xwe diyar dike amadekariyên pêş hilbijartinê berdewam dikin. Me tiştên têkildarî pêş hilbijartinê de tên mereqkirin di 10 pirsan de berhev kirin.   * Dayika Rojnameger Silêman Ehmed ku 77 roj in agahî jê nayê girtin daxwaz kir ku dengê kurê wê bê bihîstin û got: “PDK’ê çima kurê min girtî ye, çima agahiyekê nadin min? Agahî nedayina der heqê jiyana kurê min de tê çi wate yê?”   * Welatiyên Farqînê ku amadekariya şandina qeyûm dikin dan zanîn ku: "Her kes dizane ku em ê şaredariyên xwe dîsa bigirin, lewma bila amade bin."   * Ji bo tehliyeya girtî Abdullah Zoraslan 3 roj mabûn ku bi hinceta delîlên di dosyaya wî ya berê de cezayê muebbetê û 23 sal û 9 mehên hefsê lê hate birîn. Zoraslan, got ku dozger jê re gotiye; “Ev 3 sal in li bendê bûm ku dema ji bo tehliyeya te 3 roj dimînin te dîsa bidim girtin.”   * Doza derheqê rojnamegerên ku girtina hempîşeyên xwe protesto kirin de hatiye vekirin dê li 71’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Enqereyê bê lidarxistin. (09.20)   * Danişîna Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê bidome. (10.00)   *  Nobeta Edaletê ku di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” li gelek bajaran hatiye destpêkirin dê bidome. (11.00-17.00)   * Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê dê têkildarî “Mitînga Piştevaniya bi Filistînê re” ku dê di 14’ê çileyê de bê lidarxistin, li avahiya xwe daxuyaniyê bide. (11.30)   * Li gelek bajaran dê ji bo Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ku lil Parîsê hatibûn qetilkirin merasîmên bîranînê bên lidarxistin. (12.00-19.00)   * Parlamenterên DEM Partiyê Saliha Aydenîz, Perîhan Koca û Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Canan Yuce dê bi boneya salvegera qetilkirina Leyla Şaylemez biçin serdana gora wê. (12.00)