Prof. Dr. Ahmet Ercan ji bo Geverê hişyariya erdhejê kir 2024-01-09 09:01:03 WAN - Endezyarê Bilind ê Jeofizîkê Prof. Dr. Ahmet Ercan ê erdhejên li Colemêrgê çêbûn nirxandin wiha got: “Teqeze ku dê erdhej li ser şikesteke Geverê çêbibe. Licê, Wan, Colemêrg, Tetwan, Bedlîs û Mûş jî qadên ku dê di asta yekemîn de bi bandor bibin in.” Bandora erdhejên di 6’ê sibata 2023’yan de ku navenda wan Mereş bû, hêj didomin. Ji pisporan ji bo bajarên cuda her tim hişyarî tên kirin. Colemêrg û navçeyên wan jî di nav bajarên ku tên hişyarkirin de ne. Hişyariyên tên kirin û erdhejên bi pileya 4.4, 3.5 û 4.5 ku di 31’ê kanûnê de li ser hev çêbûn, rê li ber fikarên cidî vekirin. Endezyarê Bilind ê Jeofizîkê Prof. Dr. Ahmet Ercan têkildarî erdheja Colemêrgê ya gengaz û rîskên wê ji ajansa me re axivî.    Endezyarê Bilind ê Jeofizîkê Prof. Dr. Ahmet Ercan   JI BO GEVERÊ HIŞYARΠ   Ercan ê ji bo navçeya Gever a Colemêrgê hişyarî kir, anî ziman ku li Başûr Mertala Ereban bi xeta fayê ya Anatoliyayê re li hev dikevin û ev jî dibe ku rê li ber encamên nebaş veke. Ercan, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Li cihê ku li hev dikevin Torosên Rojhilat ku bi Kemera Kenet a Bedlîsê tê binavkirin, bi rêya şikesteka Geverê bi Îranê ve tên girêdan. Ev şikestek, şikestekeke zindî ye û gelek dirêj e jî. Ji ber vê yekê min di sala 2001’ê de hişyar kiribû ku ev şikestek dikare erdhejeke li dora bi pileya 7’an çêbike. Dema di sala 2011’an de erdheja Wanê ew giranî vala kir, min diyar kir ku giranî veguheriye ser xeta Colemêrgê. Erdhejên niha nîşan didin ku giranî li herêmê ye. Di mijara dê kengî erdhej çêbibe niha agahiyeke me nîne lê em dizanin ku erdhej dê teqez li ser şikesteka Geverê çêbibe.”   ‘HERÊMÊN HERÎ BI RÎSK’     Ercan, bal kişand ku di erdhejan de ne şikestek, hejandinên pêk tên dibin sedema hilweşandinê û wiha lê zêde kir: “Di sala 2020’an de li Sîsan a Îzmîrê erdhejek çêbû. Pileya erdhejê 6.9 bû. Li Bayrakli ya Îzmîrê ku ji Sîsanê nêzî 100 kîlometreyan dûr e nêzî 18 avahî hilweşiyan. Gelo şikesteka di nava Sîsanê re derbas dibû? Na derbas nedibû. Wê demê ya di erdhejê de hilweşîne şikestek nîne. Pêl dibin sedema hilweşînê. Niha li ser xeta Pilumuriye ya Dêrsimê şikestekek heye lê nayê wê wateyê ku di her şikestekeke zindî de dê erdhej çêbibe.”   Ercan, ê qala herêmên birîsk kir, îşaret kir ku Lewheya Ereban ber bi bakur ve Anatoliya Rojhilat dişidîne û got: “Heke em cihên herî bi rîsk rêz bikin; Amed, Licê, Wan, Colemêrg, Tetwan… Ji bilî van Bedlîs û Mûş. Ev bajar, bajarên ku di asta yekemîn de bandor bibinin.”   ‘DIVÊ HERÎ KÊM DU RÊYÊN VEGUHESTINÊ HEBIN’    Ercan, da zanîn ku firsend nedîtiye ku li Colemêrgê bigere û avahiyan lêkolîn bike, bi lêv kir ku dê di demekî nêzîk de li Wan û Colemêrgê xebatan bimeşîne. Ercan, nebûna rêyên veguhestinê yên alternatîf ên li Colemêrga rîska erdhejê lê heye rexne kir wiha got: “Dema em li nexşeyê dinêrin yekane rê heye ku diçe Colemêrgê. Dema erdhej çêbû, rêyên veguhestinê qelebalix û tejî dibin. Di vê rewşê de xwegihandina herêmên erdhejê yên tîmên xelaskirinê  gelek zehmet dibe. Divê di dema erdhejê de hatin û çûyînê bi helîkopterê bikin. Divê helîkopter bên bikaranîn. Bi armanca veguhestina bajêr û rewşa wan a afetê li ber çavan hate girtin divê herî kêm du rêyên veguhestinê hebin. Tevî ku li Tirkiyeyê me jî dizanim yekane pirsgirêka rê ya Wan û Miksê nehatiye çareserkirin. An ku dema ji ber rêya zivistanê tê girtin ji xeta bajarekî din diçin bajêr. Miks herêma erdhejê ye? Belê herêma erdhejê ye. Li Colemêrgê jî heman pirsgirêk heye.”   ‘XIZAN DI BIN KAVILAN DE DIMÎNIN’    Ercan, destnîşan kir ku bi rêveberiyeke zana û aboriya dewletê dikarin li dijî erdhejê bergiriyan bigirin û wiha berdewam kir: “Divê di heman demê de rewşa aboriya gel jî bi hêz be. Divê xizan nebe. Li welatekî ku mûçeya kêmtirîn lê 17 hezar û 2 lîre ye, ji bo kesek bikare xwe ji erdhejê biparêze divê herî kêm 45 hezaran mûçe wergire. Niha kirêya avahiyeke li gorî rêgeza erdhejê herî kêm 15 hezar e. 54 sal in zanyarê erdhejê me min dît ku ne xwediyê xanî her tim mirovên xizan ji bin kavilan hatine derxistin. Kesên di şer de jî dimirin xizan in, kesên di erdhejê de jî dimirin xizan in. Yên xelas dibin jî bêkar dimînin seqet dibin, ev rewş wiha ye. Serê her tiştî aborî ye. Ji bo ku li Tirkiyeyê ji ber erdhejê mirin çênebin divê aborî were rastkirin. Kesekî xizan nikare li maleke saxlem rûne. Ji ber ku niha herkes têkoşîna ku nanekê bibe mala xwe dide. Divê em rastiyê biaxivin, ev rewş ne bûyera ‘fay hat fay çû ye’. Erdhej bûyereke wêdetir e. Bûyereke xwezayê ye, nikare were astengkirin û divê erdhejê bi qederê ve girê nedin. Çima nabe qedera fransiz, ya emerîkayê? Rewşa were lêpirsîn ev e.”   MA / Rûken Polat