'Heke gelê kurd Abdullah Ocalan weke aktor bibîne divê pê re hevdîtin were kirin' 2024-01-09 09:03:07 STENBOL - Yek ji îmzekarên deklarasyona “Em ji aştiyê re bibin deng” derhênera belgefîlm û sînemayê Nejla Demîrcî, diyar kir ku divê zimanê aştiyê ji nû ve were avakirin û wiha got: “Heke gelê kurd Abdullah Ocalan weke aktorê vê pêvajoyê bibîne divê pê re hevdîtin were kirin, ev rastiya gelê kurd e.” Li Stenbolê deklarasyona “Em ji aştiyê re bibin deng” ku ji aliyê 564 hunermend, rexnegirên hunerê, nvîskar, derhêner, lîstikvan, wênesaz, dengbêj û akademîsyenên hunerê ve hatiye îmzekirin di 7’ê çileyê de hat ragihandin. Di deklarasyonê de bang hate kirin ku desthilat dest ji polîtîkayên şer, tecrîd û zextan berde û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re  hevdîtinê bike.    Yek ji îmzekara deklarasyonê derhênera belgefîlm û sînemayê Nejla Demîrcî, têkildarî deklarasyonê nirxandin kir.     ‘PÊDIVIYA HERKESÊ BI AŞTIYÊ HEYE’    Demîrcî, anî ziman ku astengiya herî mezin a li pêş aştiyê neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Demîrcî, destnîşan kir ku ji bo Tirkiye ji nava tarîtiya di nav de derkeve pêdivî bi aştiyeke civakî heye û wiha got: “Ji bo em ji vê pêvajoya tarî derkevin yekane pêdiviya me aştî ye. Aştî ne tişteke ku tenê kurd daxwaz bikin û pêdiviya wan pê bi heye be. Meseleya aştiyê meseleyeke ku hemû gelên Tirkiyeyê daxwaz bike ne. Divê herkes cesaret bike ku bêje ‘ez aştiyê dixwazim, ji bo aştiyê bang dikim’. Ji bo ku aştî ji bo lazan, çerkezan, ermenan û ji bo hemû gelên din hewcehî ye. Ji bilî vê niha li ser serê hemû civaka hunerê ya li Tirkiyeyê darek heye. Ji bo bi vî darî re têbikoşin pêdiviya me gelek bi aştiyê heye.”   ‘PÊVAJOYA 2013’AN BÛ HÊVÎ’    Demîrcî, bal kişand ku li Tirkiyeyê girêdayî pirsgirêka kurd şerekî ku zêdetirî 40 salan berdewam dike heye û wiha berdewam kir: “Beriya niha di sala 2013’an de têkildarî vê pêvajoya diyalog û muzakereyê çêbû. Ev ne tenê ji bo gelên Tirkiyeyê ji bo hemû gelên cîhanê bû hêviyek. Lê weke herkes dizane ji ber hin siyasetmedaran mase hate hilweşandin. Pişt re şer, xwîn û hêsrên çavan dest pê kir. Rewşa îro em tê de ev e. Ji bilî rizîbûna heyî civak di nava tundiyekê de ye. Her roj jin tên qetilkirin. Mafê makeqanûnî yên sînema û hunerê ji destê wan tê girtin. Em li hawirdoreke ku her tişt weke sûc tê dîtin dijîn. Welatekî ku herkes di nav tirsê de dijî dikare hebe?”   DESTNÎŞANKIRINA ‘HEVRÛBÛNA RASTIYAN’    Demîrcî, anî ziman ku li tu deran bi ewle nînin, yekane şertê ku bi ewle bin aştî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Aştî ji bo ewlehiya tiştên ku niha em dikin şert e. Em ê dest ji daxwaza vê yekê bernedin. Ji bo vê jî divê ewilî rêya diyaloga civakî were vekirin û berpirsyartiya me hemûyan di vê yekê de heye. Xuyaye ku polîtîkayên şer û tengezariyê bi kêrî siyasetê û serweran tê. Heke desthilat û serwer xwe ji vir bidin jiyîn wê demê berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê me hemûyan. Yekane tişta girîng jî diyalog e. Divê em bi cîran, dikandar û hemû beşên civakê re biaxivin. Ji bo aştî pêk were bi kê re hewce bike divê hevdîtin were kirin. Divê bi rastiya vî welatî jinûve hevrû bin.”   Demîrcî, destnîşan kir ku divê jinûve zimanê aştiyê were avakirin û wiha lê zêde kir: “Heke li herî jor li Meclisê zimanê tundiyê were avakirin, divê em weke rewşenbîr berovajiyê vê yekê ava bikin. Em dikarin bi huner, siyaset û têkiliyên me yên mirovî vî zimanî ava bikin. Ez weke hunermendeke sînemayê difikirim ku pêkhateyeke vê yekê me. Têkoşîna jinan jî pêkhateyeke vê rewşê ye. Siyaset pêkhateya sereke ya vê yekê ye, ji ber wê yekê aktorên çareseriya vê pirsgirêkê kî bin divê bi wan re hevdîtin were kirin. Heke gelê kurd Abdullah Ocalan weke aktorê vê pêvajoyê bibîne divê pê re hevdîtin were kirin, ev rastiya gelê kurd e.”   ‘AŞTIYÊ DIXWAZIM’     Demîrel, cezayê ku hempîşeyê wê Çayan Demîrel ê ji ber di pêvajoya diyalogê ya sala 2013’an de belgefîlma Bakûr çêkir bi bîr xist û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Belgefîlma Bakûr esas ji bo ku em ji hev du fêm bikin hatibû çêkirin. Mixabin belgefîlm weke sûc hate hesibandin. Em dikarin kameraya xwe li her cihê em dixwazin bi cih bikin, mafê me heye ku çîroka her meseleya em dixwazin qeyd bikin. Ev mafekî makeqanûnî ye û sûc nîne. Hempîşeyê min Demîrel hate darizandin û tê xwestin ceza bikin. Dema niha em li vê atmosfera civakî binêrin, her tişt perçeyê hev dû ye. Ewqas tiştên me hene ku em bi hev re aştiyê pêk bînin, ne tenê li ser pirsgirêka kurd, li vî welatî gelek tiştên me hene ku em aştiyê pêk bînin. Ji bo ku min dest ji aştiyê berneda li vir im û daxwaza aştiyê dikim.”    MA/ Esra Solîn Dal