Dayikên Aştiyê yên Geverê: Heta ku tecrîd bi dawî nebe aştî ne pêkan e 2024-01-09 09:03:52 WAN - Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Geverê anîn ziman ku heta ku tecrîd bi dawî nebe ne pêkane aştî were ser vê axê û bang kirin ku li dijî tecrîdê herkes dengê xwe derxîne.  Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar ên li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê di bin şertên tecrîdeke giran de tên ragirtin 34 meh in agahî nayên wergirtin. Serlêdanên hevdîtinê yên malbat û parêzeran bi hincetên “cezayên disîplînê” tên astengkirin.    Tecrîda li Îmraliyê tê kûrkirin bi xwe re polîtîkayên şer û hilweşandinê tîne. Ji bilî mirinên ku ev rewş rê li ber vedike, fatoreya krîza aboriyê jî ji gel re tê birîn.    Ji bo ku vê rewşê bi dawî bikin di 10’ê cotmehê de bi kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” di qada navnetewî de çalakî û aktîvîte hatin lidarxistin. Ji bilî vê yekê çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di çarçoveya kampanyayê de dan destpêkirin di roja 44’an de ye û Nobeta Edaletê ya di pêşengtiya malbatên girtiyan de tê meşandin berdewam dike.   Li aliyê din nivîskar, derhêner, lîstikvan, hunermend û muzîkjen di 7’ê çileyê de li Stenbol û Amedê deklarasyonên bi serenavê “Em ji aştiyê re bibin dengek” daxwaza xwe ya aştiyê ya li dijî şer anîn ziman û xwestin tecrîd bê rakirin û pirsgirêka kurd were çareserkirin.    Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Geverê têkildarî polîtîkaya tecrîda sîstematîk a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan li girîgehan daye destpêkirin axivî.    ‘BILA EV BÊHIQÛQÎ ÊDÎ BI DAWÎ BIBE’    Yek ji Dayikên Aştiyê Belgîn Polat (52) a kesên ji bo tecrîda li Îmraliyê were rakirin têdikoşin silav kir, anî ziman ku bi biryar in ku tecrîdê rakin û got: “25 sal in li dijî birêz Abdullah Ocalan polîtîkayên tecrîdê tên meşandin. Ev polîtîkaya tecrîdê di heman demê de bandorê li girtiyên siyasî dike. Îro li girtîgehan hemû maf hatine rakirin. Mafên mirovan ên li hemû cîhanê derbasdar in çima ji bo girtiyên kurd nayên sepandin? Em weke Dayikên Aştiyê di sala 2002’yan de têkildarî tiştên li girtîgehan diqewimîn çûn Enqereyê û me xwest bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bikin lê wezîr li pişt deriyan xwe veşart û bi me re hevdîtin nekir. Heke wezîrê vî welatî yê ji edaletê berpirsyar wiha bike, kî dizane rêveberiyên girtîgehan çi dikin. Daxwaza me ew e ku tecrîda li ser Ocalan were rakirin. Em ê vê tecrîdê rakin. Ji bo Ocalan di nava gelê xwe de be, weke dayîk tişta ji destê me bê em ê bikin. Bila êdî ev bêhiqûqî bi dawî bibe.”   Gulçîn Karabuk a tecrîda li ser Ocalan tê sepandin şermezar kir, bal kişand ku ji bo tecrîd were rakirin divê herkes berpirsyartiya xwe bi cih bîne.     ‘EM HETA DILOPA XWÎNA XWE YA DAWÎ LI CEM WAN IN’    Karabuk, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta ku tecrîda li dijî birêz Ocalan tê pêkanîn neyê rakirin, aştî nayê ser vê axê. Li Kurdistanê li dijî gelê kurd jî tecrîdeke cidî tê sepandin. Em ê weke Dayikên Aştiyê piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê li girtîgehan hatiye destpêkirin bikin. Em dayik heta dilopa xwîna xwe ya dawî em ê li cem têkoşîna wan a pîroz bin. Em ê li dijî polîtîkayên tecrîdê yên li girtîgehan û li dijî birêz Ocalan têbikoşin û vê tecrîdê rakin. Li dijî kurdan bi sedan salan e polîtîkayên înkar û çavtirsandinê tên meşandin. Divê li dijî van pêkanînên antîdemokratîk ên li ser kurdan tên ferzkirin herkes dengê xwe derxîne. Dê têkoşîna me ya li dijî tecrîdê berdewam bike.”   ‘DIVÊ EM JI GIRTIYAN RE BIBIN DENG’    Dayika Aştiyê Emîne Atak jî bi lêv kir ku heke tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê were rakirin dê hewayê aştî û xwişk û biratiyê bibe serwer.    Atak, anî ziman ku ji ber vê yekê divê herkes ewilî xwedî li çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan hatiye destpêkirin derkeve û wiha got: “Em ê li derve xwedî li çalakiyên girtiyan derkevin û li cem wan bin. Divê em ji girtiyan re bibin deng. Herkes dizane ku heta tecrîda li dijî Ocalan tê pêkanîn neyê rakirin aştî pêk naye. Heke tecrîda li dijî Ocalan were rakirin dê aştî were vî welatî. Ji ber vê yekê divê tecrîd demildest bê rakirin.”