Di 10 pirsan de tiştên têkildarî pêşhilbijartina DEM Partiyê tên mereqkirin 2024-01-09 09:05:15 NAVENDA NÛÇEYAN - Li DEM Partiya bi modela “Lihevkirina Bajêr” namzetên xwe diyar dike amadekariyên pêş hilbijartinê berdewam dikin. Me tiştên têkildarî pêş hilbijartinê de tên mereqkirin di 10 pirsan de berhev kirin.  Partiyên siyasî bala xwe dane Hilbijartinên Rêveberiyên Herêmî ku dê di 31’ê Adarê de pêk werin. AKP’ê, CHP’ê, Partiya ÎYÎ û partiyên din ên mûxalîf beşeke mezin a namzetên li bajarên Tirkiyeyê aşkere kirin. Lê li bajarên bakurê Kurdistanê dê kîjan nav weke namzet dê bên nîşan dan diyar nebûne. Li bajarên behsa wan tê kirin çav li namzetên ku dê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) nîşan bide ne.    DEM Partî xwe ji pêşhilbijartina herî berfireh a di dîroka Tirkiyeyê de dike. Partî dê namzetên hevşaredariyê yên li beşeke mezin a bajarên dibe yekemîn û duyemîn bi pêşhilbijartinên 13’ê çileyê û pişt re pêk bên diyar bike. Tê payîn ku bi rêbaza “Lihevhatina bajar” re di hilbijartinên hemû pêkhate tev li bin de bi hezaran kes biçin ser sindoqan. Der barê pêşhilbijartinên ku DEM Partî dixwaza veguherîne “Şahiya Demokrasiyê” de tiştên tên mereqkirin me di 10 pirsan de berhev kirin.    Li çend navend û navçeyan sindoq dê bên danîn?   DEM Partî dê 11 jê bajar û 83 navçe bi komî li 94 navendan ji bo pêşhilbijartinê sindoqan deyne. Heta niha nêzî 5 hezar kesan serî li DEM Partiyê dane. Li navendên ku pêş hilbijartin were kirin nêzî 4 hezar namzet dê bikevin pêşbirkê. Ji bo ku di hilbijartinan de tu rewşên neyînî çênebin dê nêzî 3 hezar endamên partiyê bên peywîrdarkirin. Ev kes dê ji endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) û Meclisa Partiyê (PM), parlamenter, rêveberên navend û navçeyan ên nebûne bernamzet, xebatkarên partiyê yên çalak û kedkarên wê, endamên komîsyona hilbijartinê yên bajêr û şewirmendan pêk were.    Dê çend kes li navend û navçeyên sindoq hatin danîn  bikarin deng bikarbînin, hejmar dê li gorî çi were diyarkirin?   Li 94 navendan ji bo pêş hilbijartinê dê sindoq bên danîn, nêzî 100 hezar delege dê deng bikarbînin. Ev delege wê ji endamên DEM Partiyê yên li navend û navçeyên pêwendîdar, endamên partiyên pêkhateyên DEM Partiyê, nûnerên Rêxistinên Sivîl ên Civakî, xebatkarên saziyên demokratîk, kedkarên partiyên ji HEP'ê ve hatine avakirin û malbatên ku bingeha partiyê temsîl dikin, pêk were. Hejmara delegeyan jî li gorî rêjeya herî kêm ji sedî 2 yê dengê partiyê yê di hilbijartinên 14’ê gulana 2023’yan de hat eyarkirin. Lê hejmara delegeyan gihiştiye ji sedî 3 dengên di hilbijartinên dawî de ji aliyê DEM Partiyê ve hatine wergirtin.    Delege dê li gorî kîjan krîteran bên hilbijartin?   Di diyarkirina delegeyan de krîterên têkoşîna demokratîk esas tên girtin. Di vê çarçoveyê de pêşiyê didin mirovên ku ked dane. Hat destnîşankirin ku delege wê bi rêya nûnerên sazî, rêxistin û rêxistinên girseyî yên demokratîk ên ku cudahiyên navçe û navçeyên pêwendîdar temsîl dikin, tevahiya bajêr temsîl bikin. Her saziyê nûnerên xwe yên delege diyar kirin.   Her delegeyek dê bikare çend dengan bi kar bîne?    Delegeyên li bajaran dê 3 dengan bi kar bînin; namzetê hevşaredariyê, endamtiya Meclisa Şaredariyê û endamtiya Meclisa Giştî ya Bajêr. Li hemû derdorên ku sindoq lê hatine danîn, dê temsîliyeta wekhev û hevserokatî esas bê girtin. Her delegeyê/a ku deng bi kar bîne dê deng bide namzeteke jin û namzetekî zilam.    Ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin dê bikaranîna dengan çawa be?   Li bajarên mezin dê delege 3 dengan bikarbînin. Delege dê ji bo hevşaredariya bajarê mezin, hevşaredariya navçeyê û endamtiya Meclisa Şaredariyê deng bi kar bînin.    Namzetên di sindoqê de bûn yekemîn dê rast e rast weke namzet bên nîşandan?   Di tûra ewil de wê şertê ji sedî 50 zêdek 1 bê xwestin. Heke bernamzetên di tura ewil de ji sedî 50 zêdek 1 deng negirin dê hilbijartin bimînin tûra duyemîn. Dê di navbera bernamzetên hevşaredariyê yên herî zêde deng wergirtine de tûra duyemîn were kirin. Bernamzetên hevşaredariyê yên di tûra duyemîn de herî zêde deng wergirtin dê weke namzetên DEM Partiyê bên diyarkirin.    Li bajarên ku sindoq neyên danîn dê namzet çawa bên diyarkirin?   DEM Partî li van deran bi hemû dînamîkên bajêr re di têkiliyê de ye. Piştî ku nêrîn û pêşniyar hatin kirin di çarçoveya “Lihevkirina bajêr” de dê namzetên hevşaredariyê bên diyarkirin.    Heke îtîrazî encamên ji sindoqan derkevin were kirin dê rêyeke çawa were şopandin?   Îtîraz dê ji komîsyonên hilbijartinê re bên ragihandin. Komîsyon heke pêdiviyê pê bibîne dê ji komîsyona hilbijartinê ya navendî re ragihîne. Piştî lêkolînên hatin kirin dê ji bo îtîrazê biryar bê dayîn. Heke îtîraz mafdar were dîtin li herêma hilbijartina têkildar dê hilbijartin bên dubare kirin.    Gelo dê derfet bên dayîn ku bernamzet xwe bi delegeyan bidin naskirin?   Bernamzet dê di çarçoveya çanda pêşbirka demokratîk de xwe û projeyên xwe bidin naskirin. Lê belê di vê pêvajoya danasînê de partî xwedî hin prensîbên tûj e. Di pêvajoya danasîn û xebatên propagandayê de wê destûr neyê dayîn ku tu namzetek namzetê din reş bike. Her wiha dê derfet neyê dayîn ku tu namzet manîpulasyonê bike. Dosyayên bernamzetên ku li gorî van krîterên hatine diyarkirin tevnegerin dê bên îade kirin.    Derbarê keseke/î di pêşhilbijartinê de qezenc kir û mafê namzetbûnê bidest xist de di pêvajoya pişt re rewşeke ku ne li gorî krîterên partiyê ye derkeve holê, dê rebazeke çawa were meşandin?   Namzetbûna wî dê were betalkirin. Ji aliyê Komîsyona Hilbijartinê ya Bajêr ve dê dengên di pêşhilbijartinê de hatine wergirtin li ber çavan were girtin û di çarçoveya Lihevkirina Bajêr de namzetê nû dê were diyarkirin.    MA / Azad Altay