Dayika rojnameger Ehmed: Agahî nedayina der heqê jiyana kurê min de tê çi wate yê?” 2024-01-09 09:06:08 NAVENDA NÛÇEYAN - Dayika Rojnameger Silêman Ehmed ku 77 roj in agahî jê nayê girtin daxwaz kir ku dengê kurê wê bê bihîstin û got: “PDK’ê çima kurê min girtî ye, çima agahiyekê nadin min? Agahî nedayina der heqê jiyana kurê min de tê çi wate yê?” Kurê min kurd e, rojnamegere û welatiyê vê axê ye berdin.”    Rojnameger û edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed di 1’ê cotmehê de ji bo serdanê çû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsûd a Helebê. Ehmed, di 25’ê cotmehê de xwest bi ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Herêma Kurdistana Federe bibe. Lê li vir ji hêla hêzên PDK’ê ve hate revandin û ev 77 roj in agahî jê nayê girtin. Li gel zêdebûna bertekên li dijî radestkirina Ehmed, Asayişa PDK’ê ya Dihokê nêçar ma ku daxuyanî bide . Asayîşê di daxuyaniya xwe de îddia kir ku “Silêman Ehmed ne rojnameger e”  û tevî hemû hewldayinên parezeran jî destûr nade ku bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin. Gumanên der heqê jiyana Ehmed de jî her ku diçe zêde dibin. Dayika Ehmed Sûltane Ehmed û apê wî Mistefa Ehmed der barê rewşa wî de axivin.    Dayika Ehmed, Sûltane Ehmed diyar kir ku ew ji dengê kurê xwe re hesret maye û wiha axivî: “Ev 77 roj in ku ez tu agahiyê ji kurê xwe nastînim. Heta niha asayişa PDK’ê tu agahî nedane me. Ez dixwazim ku ji kurê xwe agahiyekê bistînim. Tenê daxwaza min ew e ku ez dengê kurê xwe bibihîzim.”   ‘KURÊ MIN KURDE Û ROJNAMEGER E’    Dayik Ehmed, bertek nîşanî asayişa PDK’ê da û got: “PDK çima kurê min girtî ye, çima agahiyekî nadin min? Hûn çima nabêjin kurê we li cem me ye? Hûn çima vê zordestiyê li me dikin? Ez bi şev û roj dikim hawar kesek dengê min nabihîze. Agahí nedayina der heqê jiyana kurê min de tê çi wate yê? We kurê min bi kîjan hincetê girtî ye? Daxwaziya min ew e ku aqûbeta kurê min aşkere bibe. Kurê min kurd e, rojnameger e û welatiyê vê axê ye. Kurê min berdin. Kezeba min dişewite. Kurê min dizî nekirine, kesek jî nekuştiye, karê ku kurê min dikir aşkere ye. Kurê min rojnameger e berdin.”    JI SAZIYÊN ROJNAMEGERAN RE BANG   Apê Ehmed, Mistafa Ehmed jî daxwaz kir ku biraziyê wî bê berdan û ev tişt got: “Meh derbas bûn lê hêj me agahiyek tenê jî jê nestandiye. Kesek der heqê rewşa wî de tiştekî nabêje. Em dixwazin ku demildest agahiyekê jê bistînin. Divê ku saziyên rojnamegeran xwe bêdeng nekin û xwedî lê derbikevin.”   MA / Zeynep Dûrgût