Ji gelê Farqînê peyam ji bo qeyûm: Em tên amade bin 2024-01-09 09:07:06   AMED - Welatiyên Farqînê ku di hilbijartinên herêmî de amadekariya şandina qeyûm dikin wiha gotin: "Her kes dizane ku em ê şaredariyên xwe dîsa bigirin, lewma bila amade bin."   Pêvajoya hilbijartinên herêmî yên ku dê di 31’ê Adarê de li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bên kirin dest pê kir. Partiyên siyasî li ser hev namzetên xwe yên şaredariyan diyar dikin. Partiya Wekhevî Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî amadekariyên xwe yên ji bo diyarkirina namzetan didomîne. Di vê pêvajoyê de bersiva gel a li dijî qeyûmên ku ji aliyê hikûmeta AKP'ê û MHP'ê ve li bajarên Kurdistanê hatine tayînkirin jî cihê mereqê ye.   Di hilbijartinên herêmî yên sala 2019'an de bi rêjeya ji sedî 75,69'an Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi ser ket û Şaredariya Farqînê bi dest xist. Lê di 23’yê adara 2020’an de qeyûm tayînî şaredariya Farqînê kirin.   Welatiyên ku me li navçeyê mîkrofon dirêjî wan kir, beriya hilbijartinên herêmî DEM Partî nîşan dan û gotin ku ew li benda roja şandina qeyûman in.   Welatî Ahmet Gemsîz diyar kir ku ji xwe diyar e ka ew ê dengê xwe bidin kê û işaret bi DEM Partiyê kir. Gemsîz wiha got: “Em ê ji bo azadiya xwe, zimanê xwe û li dijî neheqiyên tên kirin dengê xwe bidin. Em ê dengê xwe bidin nasnameya xwe, ji ber vê yekê divê hemû kurd dema ku diçin ser sindoqan adil bin.”   ‘EM BI PARTIYA XWE BI BAWER IN’   Welatiyê bi navê Şehmûs Solûk diyar kirin ku ew ê careke din ji bo ji polîtîkayên qeyûm re bibêjin ‘raweste’ biçin ser sindoqan û ev tişt got: “Em ê welatê xwe bi rê ve bibin. Gelê navçeyê ji qeyûm nerazîne, lê ji ber ku azadiya raman tune ye gelek kes nikarin dengê xwe bilind bikin. Ji bo welatekî xweş divê şitlên nû bên çandin. Em ê li dijî zordestiyê bisekinin û em ê piştgiriyê bidin xwe. Ew ê sekna me rast be û em ê bidin zanîn ku em li ser pêyan in. Em li dijî qeyûman û polîtîkayên wan in. Em hêvî dikin ku careke din tu carî bi tiştekî bi vî rengî re rû bi rû nebin. Em bi partiya xwe bawer in, piştgiriya me bêdawî ye. Em ê her carê li ser sindoqan bersivê bidin û bijî DEM Partî.”   ‘JI BO ROJEKÊ BE JÎ EM Ê DENGÊ XWE BIDIN PARTIYA XWE’   Hamdûllah Başak, anî ziman ku li dijî polîtîkayên qeyûm jî ew ê dîsa dengê xwe bidin DEM Partiyê û wiha got: “Ji ber ku em kurd in em ê dengê xwe bidin DEM Partiyê. Ji bo rojekê be jî em ê dengê xwe bidin partiya xwe. Piştî ku me dengê xwe da partiya xwe, bigirin jî bila bigirin.”    ‘EM Ê DENGÊ XWE BIDIN XWE’   Hasan Eşiyok, diyar kir ku ew di şaredarên ku bi pirsgirêkên gel re mijûl dibin de bi israr in û got: “Ma em ê dengê xwe bidin kê, em ê dengê xwe bidin xwe. Em dixwazin kesekî ku pirsgirêkên gelên li Farqînê dijîn dizane di rêveberiyê de be da ku bikarî be bi gel re bixebite. Xwesteka me ew e ku kî bê bila bê, bila ji bo me xizmetê bike. Em qeyûman naxwazin.”   ‘MAFÊ MILETEKÎ BIN PÊ DIKIN’   Welatiyê din ê bi navê Îsmet Îlhanli jî DEM Partî destnîşan kir û diyar kir ku hewceyî bi gotinê nîne, ji xwe diyare ku ew ê dengê xwe bidin kîjan partiyê. Îlhanli bi domdarî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xelk dengê xwe dide û partiya xwe hildibijêre, lê ji destê wan tê girtin, ev neheqiyeke mezin e. Mafê miletekî bin pê dikin, ev ne mafê wan e. Em vê yekê qebûl nakin. Em ê biçin ser sindoqan, deng bidin û bên. Em dixwazin namzetê ku em hildibijêrin xizmetê ji me re bike.”   ‘EM LI DIJÎ WAN SERÎ NATEWÎNIN’   Adem Aktar, anî ziman ku çawa qeyûm tayînî îradeya wan kirine, ew jî dê di hilbijartinên herêmî de wan paş ve bişînin û wiha got: “Weke gelê kurd em ê çand û dîroka xwe bi bîr bînin û wisa biçin ser sindoqan. Bi awayekî hovane qeyûm tayînî şaredariyên me kirin û desteser kirin. Her dengek îradeya kurdekî temsîl dikir. Bi vê hişmendiyê em di vê pêvajoyê de li kolanan bûn û ji niha û pê ve jî em ê wisa bin. Mafê wan nîne ku qeyûm tayînî şaredariya ku me bi dengên xwe hilbijartiye bikin. Şaredarî yên me ne, yên wan nînin. Çawa ku şaredariyên me desteser kirin, em ê jî bi hilbijartinê dîsa ji destê wan bigrin. Divê ew vê baş bizanibin ku em li hember wan serî natewînin.”   ‘VÊ CARÊ EM Ê WAN TEMAŞE BIKIN’   Aktar, diyar kir ku ew ê şaredariyên xwe dîsa bistînin û wiha got: “Her kes dizane ku em ê wan dîsa bigirin, lewma divê amade bin. Vê carê jî dema ku em şaredariyên xwe ji wan distînin, em ê li wan temaşe bikin ka çawa stûyê xwe xwar dikin û diçin. Vê carê em ê weke gel wan dorpêç bikin.”   ‘ÇIMA KESÊN KU EM NASNAKIN ME BI RÊ VE BIBIN?’   Alaadîn Aksaçli, diyar kir ku çi dibe bila bibe divê kesên tên hilbijartin gel bi rê ve bibin û wiha got: “Em ji gelê xwe re serkeftinê dixwazin. Ji xwe ji zimanê ku em diaxivin diyar e ka em ê dengê xwe bidin kê. Em teqez qeyûman qebûl nakin. Em dixwazin kesê ku em jêdigirin bibe namzet. Çima kesên ku em nas nakin me bi rê ve bibin?”   ‘DEWLET ZILM Û ZORDARIYÊ DIKE’   Welatiyê bi navê Murat Bagciel jî diyar kir ku tevî polîtîkayên zilm û zordariyê jî dewlet wê ser nekeve û got: “Em ê ji bo gelê xwe dengê xwe bidin DEM PARTÎ’yê. Dewlet zilm û zordariyê dike. Em ji Erdogan nerazî ne. Em qeyûman qebûl nakin. Tevgera wan vala ye.”   MA / Bazîd Evren - Şîlan Çîl