Deklarasyona ‘Em ji aştiyê re bibin deng’: Divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin 2024-01-09 09:08:23   AMED - Nivîskar û hunermendên tev li deklarasyona “Em ji aştiyê re bibin deng” a li Amedê bûn, destnîşan kirin ku ji bo aştiyeke mayînde divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin.    564 kesên ku nivîskar, hunermend û rewşenbîr di nav de di 7’ê çileyê de li Amed û Stenbolê deklarasyona “Em ji aştiyê re bibin deng” aşkere kirin. Di metnê deklarasyonê de pêkhatina aştiyeke mayînde hate destnîşankirin û bang hate kirin ku ji bo vê yekê divê tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin û rêyên diyalogê bên vekirin.    ‘DIVÊ TECRÎD DEMILDEST BÊ RAKIRIN’    Yek ji hunermendê îmzekar Kadîr Çat, anî ziman ku li Îmraliyê tecrîd li gelê kurd û vîna wî tê kirin. Çat, destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê tê pêkanîn nikare weke tecrîdeke kesayetî bê nirxandin û diyar kir ku bandora tecrîdê li ser ziman, jiyan û hunera kurdî jî tê dîtin.    Çat, bi lêv kir ku ji bo aştiyeke mayînde divê bilez gav bên avêtin û diyar kir ku divê tecrîd bê rakirin. Çat, bal kişand çalakiya greva birçîbûnê ya di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” li girtîgehan berdewam dike û wiha got: “Bila Wezareta Dadê, Wezareta Karên Hundir û Serokkomarî bila vî dengî bibihîzin. Bila daxwazên mirovî yên girtiyan bên qebûlkirin.”   ‘BILA JI BO AŞTIYÊ BI OCALAN RE HEVDÎTIN BÊ KIRIN’    Helbestkar Emîn Aksoy, anî ziman ku weke gelê kurd di pêvajoyeke zor û girîng de derbas dibin. Aksoy, bi lêv kir ku di serdemeke ji bo gelê kurd girîng de derbas dibin û ji ber vê yekê ji bo aştiyeke mayînde îmze avêtine û wiha got: “Em polîtîkayên îmha û înkarê qebûl nakin. Em dixwazin bi kevneşopî, dîroka xwe re di nava aştî û azadiyê de bijîn.”   Aksoy, bang li gelê kurd kir ku xwedî li vîna xwe derkevin û ev tişt gotin: “Divê ji bo aştiyê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan were rakirin, hevdîtin bên kirin. Ne tenê tecrîda li ser birêz Ocalan divê ya li ser girtiyên din jî bê rakirin. Em daxwaza ne hiqûqî nakin, em dixwazin ku heq û hiqûq were bicihanîn. Di vê çarçoveyê de em bang li hemû rewşenbîr, nivîskar û siyasiyên pêşeng dikin; deng bidin vê daxwazê. Bila êdî li ser vê axê aştiyeke mayînde were pêkanîn û pergaleke mirovî were avakirin.”   ‘RÊYA AŞTIYÊ JÎ HEYE’       Yek ji îmzekaran Hevserokê PEN’a Kurd Omer Fîdan jî anî ziman ku bi vê bangê hewl didin pêşiyê li aştiyê vekin. Fîdan, diyar kir ku ji bo aştiyeke mayînde û birûmet rêya çareserî û diyalogê were vekirin û wiha axivî: “Komara Tirkiyeyê ya sed salî dixwaze hebûna xwe li ser bişaftina kurdan û tunekirina wan ava bike. Em jî dibêjin rêyeke din heye, rêya aştiyê hatiye dîtin. Di çarçvoeya hiqûqa navnetewî û mafên mirovan de hemû şer û nelihevkirinan bi dawî bikin, bi diyalog û muzakereyan aştiyekê pêk bînin. Ev aştiya were pêkanîn dê ji bo Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn gelek girîng be.”   ‘BILA BI MUXATABAN RE HEVDÎTIN BÊ KIRIN’    Fîdan, destnîşan kir ku aştî û şer bi heman awayî nabin û bi lêv kir ku ji bo aştiyeke mayînde divê ewilî şer were sekinandin û ji bo vê yekê dengê aştiyê were bilindkirin. Fîdan, îşaret kir ku bi milyonan kurd dibêjin ‘Abdullah Ocalan vîna me ye, bila vê müzakereye ew bimeşîne” û ev bang kir: “Divê dewlet ji bo şer were bidawîkirin û yekitiyê bi muxataban re hevdîtinê bike û pêvajoya aştiyê bide destpêkirin.”   MA / Mujdat Can