Di bûyera ku ajokarê mînîbusê jiyana xwe ji dest da de 3 kes hatin girtin 2024-01-09 09:25:54 AMED - Li Amedê têkildarî bûyera ku ajokarê otobusa gel a taybet Serkan Aslan jiyana xwe ji dest da 4 kes hatin binçavkirin. Hate diyarkirin ku ji van kesan 3 hatine girtin.  Li Semta Ofîsê ya navçeya Bajarênû ya Amedê di 5’ê çileyê de ajokarê otobusa gel a taybet Serkan Aslan, bi guleya bi serê wî ket bi giran birîndar bûbû û pişt re jiyana xwe ji dest dabû. Di çarçoveya lêpirsîna têkildarî êrişê hatiye destpêkirin de M.O., S.O., Î.O. û M.O. hatin binçavkirin. Hate zanîn ku ji van kesan 3 hatine girtin û kesek jî bi şertê kontrola edlî hatiye berdan.