Andiç li Amedê hate definkirin 2024-01-09 10:00:24   AMED - Endamê HPG’ê Levent Andiç ku li Elkê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû li Amedê hate definkirin.    Endamê HPG’ê Levent Andiç (Têkoşer Pêncewîn) di 27’ê tîrmeha 2023’yan de li qada Bilbêsê ya navçeya Elkê ya Şirnexê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Andiç li Amedê hate definkirin. Hêj encama mînaka xwînê ya malbatê dabû eşkere nebûyî cenazeyê Andiç li goristana bêkesan a Şirnexê hatibû definkirin û piştî ku mînakên xwînê hev girtin, cenazeyê wî 5 meh piştre radestî malbatê hate kirin. Cenazeyê Andiç ku ji Şirnexê anîn Amedê, li Goristana Yenîkoy a Rezanê hate definkirin.    Hêj cenazeyê Andiç negihiştibû bajar ku polîsan dor li goristanê girtin û nehiştin ji bilî endamên malbatê tu kes tev li merasîma cenazeyê bibe. Endamên malbatê jî yek bi yek ji lêpirsîna GBT’ê re hatin derbaskirin û wisa destûr hat dayîn ku bikevin goristanê. Komeke ku Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Amedê Adalet Kaya û Ceylan Akça jî di nav de, heta karûbarên definkirinê bi dawî bûn di ketina goristanê de xwe li benda malbatê girtin.