Qeyûm beriya hilbijartinê bîllboardên li Mêrdînê bi gefan kirê kir 2024-01-09 11:04:56   MÊRDÎN - Rêveberiya qeyûm a Mêrdînê zext li şîrketa ku bîllboardên li bajar dide kirê kir ku di navbera 15’ê çileyê û 3’yê adarê de ji bilî şaredariyê nehêle kesek bi kar bîne.    Hat zanîn ku rêveberiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin, zext li şîrketa ku li bajar bîllboardan dide kirê kiriye ku di navbera 15’ê çileyê û 3’yê adarê de ji bilî şaredariyê tu kes bîllboardan bi kar neyîne.    Li gorî agahiyan; rêveberiya qeyûm di vê çarçoveyê de ji Şîrketa Lîmîted a Bazirganiyê ya Reklam Danasîn Organîzasyonê ya Maviyê xwestiye ku reklamên di halê hazir de hilayîstî jî rake.    Hat zanîn ku rayedarên şîrketê peymanên hatine mohrkirin weke hincet nîşan dan û ji rêveberiya qeyûm re gotin ku mimkin nîne vê daxwaza wan pêk bînin. Li ser vê yekê rêveberiya qeyûm gefa “Em ê hemû peymanên we betal bikin” li şîrketê xwarin. Hat zanîn ku rayedarên şîrketê li dijî van gefan ji rêveberiya qeyûm re gotin ku dê ji ber hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê adarê venêrîna bîllboardan di demekî nêz de derbasî Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) bibe lewma jî mimkin nîne heta 3’yê adarê bidin kirê. Rêveberiya qeyûm jî li ser vê yekê bersiv da şîrketê û got ku heta YSK diyar dike dê bikaranîna hemû bîlboardan di bin kontrola wan de bin.    Piştî berdewamkirina zext û gefên rêveberiya qeyêm, şîrketê jî ji fîrmayên bazirganiyê re ragihand ku dê bîlboardên hatine kirêkirin ji 15’ê çileyê ve bên rakirin û peymanên bi fîrmayên din re ji bo demên pêş hatine mohrkirin jî yan betal kir yan jî taloqî piştî hilbijartinê kir.    REWŞA KU PÊ RE RÛ BI RÛ MAN WEKE ‘ZORDESTÎ’ PÊNASE KIR    Rayedarekî fîrmaya ku peymana wan hatiye betalkirin û nexwest navê xwe bide diyar kir ku hêj dema reklama wan neqediyayî li ser bîlboardan hatiye rakirin û ev rewş weke “zordestî” pênase kir.    Me xwe gihand rayedarên Şîrketa Lîmîted a Bazirganiyê ya Reklam Danasîn Organîzasyonê ya Maviyê û wan jî piştrast kirin ku bîllboard di dîrokên behsa xeberê de ji bo şaredariyê hatine kirêkirin.