DEM Partî dê biryara xwe ya Antalyayê aşkere bike 2024-01-09 11:29:28   ENQERE - DEM Partî dê di rojên pêşiya me de biryara ku dê ji Antalyayê namzet derxîne an dernaxîne aşkere bike.     Tê mereqkirin ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê di 31’ê Adarê de li bajarên mezin ên Tirkiyeyê namzetan derxîne an na. DEM Partî dê li bajarên bakurê Kurdistanê bi pêş hilbijartinê namzetên xwe diyar bike. Partiyê aşkere kir ku li 27 navçeyên bajarên Stenbol, Edene, Mêrsîn û Antalya di nav de dê namzetan diyar bike. Li ser vê yekê çav li bajarên mezin in. Rayeya di vê mijarê de di Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) de ye.    Di lijneyê de di nîqaşên têkildarî li bajarên mezin dê rêyeke çawa were şopandin de ber bi dawîbûnê ve ne.    Di demekî nîqaş didomin de axaftina Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan a di kongreya partiya xwe ya Antalyayê de hate rojevê. Bakirhan, Şaredariya Antalyayê ya CHP’î ku ji daxwaza eywana ji bo kongreyê re bersiveke erênî neda hedef girt û wiha got: “Em dikarin hevkariyê jî li her maseyê jî rûnin. Li vir pirsgirêkek nîne. Lê em qet deng nadin faşîstekê, nijadperestekê, kesê eywanê nade.”   DÊ JI BO ANTALYAYÊ BIRYAR WERE DAYÎN    Rayedarên partiyê yên têkildarî mijarê em pê re axivîn, ragihandin ku li ser tiştên qewimîn rewş nirxandine. Rayedaran, bi lêv kirin ku têkildarî Antalyayê biryar nirxandine û di rojên pêş de dê biryarê ji raya giştî re parve bikin. Rayedaran destnîşan kirin ku dê piştgiriyê nedin tu namzetên ku partiya wan û bandora wan tune dihesibînin.