DEM Partî dê mitînga ‘Piştevaniya bi Filistînê re’ li dar bixe 2024-01-09 12:54:01   STENBOL - Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê da zanîn ku ji bo piştevaniya bi gelê Filistînê re dê di 14’ê çileyê de li Esenlerê mitîngê li dar bixin.    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Stenbolê têkildarî mitînga “Piştevaniya bi Filistînê re” ku dê di 14’ê çileyê de li navçeya Esenlerê li dar bixin, li avahiya xwe ya li Beyoglûyê daxuyanî da. Li ewyana daxuyaniyê pankarta “Dawî li qirkirinê bînin, ji Filistînê re azadî” hate daliqandin. Gelek parlamenter û rêveberên partiyê tev li daxuyaniyê bûn.     Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Kezban Konukçu diyar kir ku divê her kes li dijî qetilkirina sivîlan dengê xwe derxîne. Konukçu, wiha domand: “Dema gelên bindest piştevaniya hev kirin dê aştî bê Rojhilata Navîn. Heta ku dewletê durû û noker neyên îfşakirin, em nikarin aştiyeke mayînde pêk bînin. Hikûmeta AKP-MHP’ê tenê daxuyaniyên weke ‘em li dij in’ didin. Lê belê hevkariya wan didome. Ji vê derê bi keştiyan pola dişînin û bi wê polayê çek tên çêkirin. Banga me ji bo hemû derdoran ew e ku tev li mitîngê bibin.”    ‘DIXWAZIN FILISTÎNIYAN TUNE BIKIN’    Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Gonca Yangoz jî diyar kir ku li Xezeyê “qirkirin” tê kirin. Yangoz, bal kişand ser rûdanên di êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê de û ev tişt anî ziman: “Dixwazin xelkê Filistînê li ser vê xakê tune bikin. Mîna li gelê kurd tê kirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û başûê Kurdistanê qadên jiyanê, nexweşxane û depoyên genim tên bombebarankirin. Dewletê ku di gotina demokrasî û aştiyê de li dijî hev ketine pêşpirkê, şirîkatiya vî sûcê qirkirinê dikin. Destûrê didin ku gelên Rojhilata Navîn di şer de bijîn û jinedîtî ve tên.”    ‘TÊKILIYÊN BI ÎSRAÎLÊ BERDEWAM IN’   Yangoz, got ku li Tirkiyeyê polîtîkayên “durûtiyê” di meriyetê de ne û axaftina xwe wiha qedand: “Dema dibêjin ‘Filistîn doza me ye’, li rexa din têkiliyên wan ên siyasî, aborî, bazirganî, leşkerî û çandî yên bi Îsraîlê re berdewam in. Niha di mijara şirîkatiya aboriyê ya bi Îsraîlê re de Tirkiye di rêza ewil de ye. Îxracata herî mezin jî di qada pîşesaziya şer de tê kirin. Ji roja êrişên li dijî Xezeyê heta niha tu zextên aborî nehatin kirin. Berevajî vê, pêdiviyên Îsraîlê bi keştiyan birin. Çiqas dixwazin bila behsa ‘biratiya ol’ bikin lê îktîdara AKP-MHP’ê hêj jî piştgiriya lojîstîkî didin Îsraîlê.    Em li gel azadiya gelên kurd û Filistînê ne. Di serî de Tirkiye, banga me ji bo dewletên herêmî ew e ku dev ji polîtîkayên xwe yên şer berdin. Banga me ji bo hemû gelên herêmê ku dostên rasteqîn ên Filistînê ne ew e ku bibin dengê xelkê Filistînê. Niha dem dema wê ye ku em bibin dengê Filistînê.”