Doza 3 rojnamevanan: Polîsên tundî kirin ji kar hatin dûr xistin 2024-01-09 13:08:03   ENQERE - Di danişîna ewil a doza derbarê rojnamevan Denîz Nazlim, Sîbel Yukler û Yildiz Tar de hatiye vekirin de hate diyarkirin ku polîsên mudaxileyî daxuyaniya bûye mijara dozê kirine di lêpirsîna Ayhan Bora Kaplan de ji kar hatine dûr xistin.    Di 16’ê tîrmeha 2022’yan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê de gelek rojnameger hatibûn binçavkirin û ji wan 16 jê hatibûn girtin. Dema rojnameger Denîz Nazlim, Sîbel Yukler û Yildiz Tar girtina hempîşeyên xwe protesto dikirin, polîsan êriş bir ser, derb kirin û binçav kirin. Bi sedema ku girtina hempîşeyên xwe protesto kirine, derheqê rojnameger Denîz Nazlim, Sîbel Yukler û Yildiz Tar de bi îdiaya “Muxalefeta li Dijî Qanûna Hejmar a 2911 a Civîn, Meş û Xwepêşandanan” doz hatibû vekirin. Danişîna dozê ya ewil li 71’emîn Dadgeha Ceza ya Asliye hate lidarxistin. Di danişînê de rojnamevan amade bûn. Rojnamevan Huseyîn Aykol û Serokê Giştî yê Basin Îş’ê Tûrgût Dedeoglû jî tev li danişînê bûn.    TAR: JI ALIYÊ POLÎSAN VE HATIN ASTENGKIRIN    Rojnamevan Yildiz Tar a piştî tespîta nasnameyê parastina xwe kir, anî ziman ku ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin û rastî tacîzê hatin û got: “Bêyî ku hişyariyek bê kirin em hatin astengkirin. Li Qada Ûlûsê carnan 7 daxuyaniyên çapemeniyê çêdibin û ez weke rojnamevan van dişopînim.” Tar, da zanîn ku têkildarî mûameleya nebaş a polîsan gilî kirine û ev gilî birine Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM).    NAZLIM: POLÎS HATIN BINÇAVKIRIN     Rojnamevan Denîz Nazlim jî bi bîr xist ku heman daxuyanî di heman rojê de li bajarên cuda jî hebû û wiha got: “Ji bo ku têkildarî rojnamevanên girtî gotina xwe bibêjim çûm wê derê. Dema me xwest em biçin wê derê hêzên ewlehiyê pêşî li me birî. Polîsan got ‘tu kes nikare têkildarî terorîstan daxuyaniyê bide. Dema me bertek nîşanî vê yekê da, xwestin me ji wir dûr bixin. Di vê navberê de Sîbel û Yildiz bi tundiya polîsan hatin binçavkirin, min jî xwest vê kêliyê qeyd bikim. Li min jî dan û ez astengkirim. Pişt re ber bi rê ve dest bi kaşkirinê kirin. Lê pişt re bi hinceta min rê girtî ye bi tundî û heqaretê bi paş ve kelemçe kirin û ez binçav kirim. Dema min got dixwazim mafê xwe yê makeqanûnî bikarbînim jî gotin ‘destûra bingehîn mestûra bingehîn nîne’. Ew polîs ew bûn ku di lêpirsîna Ayhan Bora Kaplan de ji kar hatin dûrxistin.” Nazlim, diyar kir ku polîs gilî kirine.    YUKLER: TUNDÎ LI ME HATE KIRIN    Rojnamevan Sîbel Yukler a îdia qebûl nekirin jî tiştên dema astengkirina polîsan de hatin jiyîn vegotin. Yukler wiha got: “Em ne di rê de bûn, di nava pasajê de bûn. Polîsan ji rojnamevanan re digot ‘terorîst’ û ‘destûra bingehîn nîne’. Em bi gotinên ‘terorîst’ û tundiyê hatin astengkirin. Dema ku belav bibin ji nişka ve rastî êrişa polîsan hatin. Me li wir tundiya polîsan a zêde dît. Polîsan rojnamevan ber bi pêya rê re kaş kirin. Polîsan îdia kir ku me peya rê dagir kiriye. Lê kesên peya rê dagir kirin polîs bi xwe bûn.”   PARÊZER OK BERSIVA ÎDIAYAN DA    Hevdîrektorê MLSA’yê û parêzerê rojnamevanan Veysel Ok, diyar kir ku Qada Ûlûsê yek ji herêma ji aliyê Walîtiya Enqereyê ve ji bo daxuyaniyên çapemeniyê hatiye diyarkirine û wiha got: “Îdiaya çalakî ne hiqûqî ye, bi armanca ku polîs sûcên xwe veşêrin tê kirin. Ev kî ne? Rojnamevanên girtî ku muwekîlên min in. Piştî du mehan hatin berdan û di encama darizandinê de dê beraet bikin. Polîs bêyî ku biryareke dadgehekê hebe ev nirxandin kirine.” Ok, xwest ku 23 polîsên di binê girtekê de îmzeya wan heye were guhdarkirin.    Parêzerê MLSA’yê Muhammet Unsal jî raporên tenduristiyê yên piştî rojnamevan hatin derbkirin wergirtibûn pêşkeşî dadgehê kirin. Unsal, diyar kir ku polîsan bi tundiya li dijî rojnamevanan sûc kirine.    KALELÎ: DI EVRAQÊ DE SEXTEKARÎ YE   Parêzer Gulan Çagin Kalelî Koçer jî qala girteka ji aliyê polîsan ve hatiye amadekirin kir û wiha got: “Di fezlekeya polîsan de tenê hevokeke rast heye dibêje: ‘rojnamevanên di operasyonên plankirî de hatine binçavkirin’. Rast e di wê pêvajoyê de 18 rojnamevan hatin binçavkirin û girtin. Muwekîlên me jî bûn hedefa vê operasyonê û mafê nûçe çêkirinê bi cih anîn. Ez jî dema daxuyaniyê de li qadê bûm. Muwekîlên min hemû li ber çavên min bi îşkenceyê hatin binçavkirin. Bi tu awayî mafên wan nehatin bibîrxistin. Girteka ku polîsan bi refleksa senaryoyê amade kiriye di evraqê de sextekarî ye. Zimanê fezlekeye di heman demê de zimanê parastinê ye.”   DANIŞÎN HATE TALOQKIRIN    Dadgehê biryar da ku giliyê biryara neşopandinê û dîmenên kamerayê yên wê rojê bên xwestin û ji walîtiyê re nivîs bê nivîsandin ku ka ev daxuyanî hatiye ragihandin an na.    Dadgehê her wiha biryar da ku daxwaza polîs weke şahid bên guhdarkirin jî piştî delîl hatin komkirin bê nirxandin.   Danişîn taloqî 25’ê nîsanê hate kirin.