Ji bo rojnameger Kanbal biryara neşopandinê û serlêdana sûc hat dayîn 2024-01-09 13:33:57   MÊRDÎN - Ji ber weşanên li herêmên erdhejê kirine, derheqê rojnameger Ahmet Kanbal de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” lêpirsîn hatibû destpêkirin û dozger biryara “neşopandinê” da. Her wiha dozger xwest bi îdiaya “agahiyên xelet parve kirine” giliyê Kanbal were kirin.     Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê bi hinceta weşanên zindî yên di dema erdhejên navenda wan Mereşê de tev li bûye, derheqê nûçegihanê ajansa me Ahmet Kanbal de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” lêpirsîn dabû destpêkirin. Di lêpirsînê de dozgeriyê ji bo îdiaya “propagandaya rêxistinê” biryara “hewcehî bi şopandinê nîne” da. Dozgeriyê bi îdiaya “agahiyên xelet bi gel re parve kiriye” xwest di çarçoveya “Qanûna dezenformasyonê de” derheqê Kanbal de serlêdana sûc were kirin.