Jinên li Parîsê hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Têkoşîna heqîqetê dê bidome 2024-01-09 16:42:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Di aktîvîteyên bîranînê yên ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên beriya 11 salan li Parîsê hatin qetilkirin hatin kirin de peyama “Têkoşîna heqîqetê dê bidome” hate dayîn.    Yek ji endamên damezirîner a PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransayê Parîsê hatin qetilkirin. Bi ser komkujiyê re 11 sal derbas bûn. Her 3 jin di salvegera qetilkirina xwe de li hin bajaran hatin bibîranîn.    ÎZMÎR    Di pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de li Îzmîrê li avahiya DEM Partiyê aktîvîteya bîranînê hate lidarxistin. Di bîranînê de Sêvê Demîr, Fatma Ûyar, Pakîze Nayir ên di qedexeya derketina derve ya salên 2015 û 2016’an hate îlankirin de hatibûn qetilkirin û endama KCK’ê Emîne Kara ya li Parîsê hate qetilkirin jî hatin bibîranîn. Di bîranîna ji bo jinan bi rêzgirtinê dest pê kir de sînevîzyon hate pêşkeşkirin. Gelek jin tev li bîranînê bûn û di bîranînên de her tim dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin.    Aktîvîsta TJA’yê Emîne Înan a di bîranînê de axivî wiha got: “Hevalên me yên li Parîsê hatin qetilkirin ji ber têkoşîna jinan û xebatên wan mezin kirin hatin qetilkirin. Em ê têkoşîna heqîqetê ya her 7 hevalên me ji me re hişt bidomînin. Em ê di vê bingehê de têkoşîna hevalên xwe bi rêxistinkirinê mezin bikin.”   Hevseroka DEM Partiyê ya ÎzmîrÊ Zehra Vezan Karabûlût jî wiha got: “Piştî 3 jin li Parîsê hatin qetilkirin heman destan li Silopiyayê 3 jinên siyasetmedar qetilkirin. Heman kujer heta avahiya partiya me hatin û Denîz Poyraz qetilkirin. Agirê jinên hatin qetilkirin di dilê me de ye û wê qet venemire. Dê tu car me jinan nikarin têk bibin.”   WAN    Di salvegera qetilkirina her 3 jinên kurd de li Wanê jî bernameyeke bîranînê hate lidarxisitn. Beriya bîranîna li ŞanoWanê hate lidarxistin, wêneyên her sê siyasetmedarên kurd, bi qurnefîl û mûman hatin xemilandin.    Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Piştî guhdarkirina helbestan parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulderen Varli axivî û got: “11 sal di ser Komkujiya Parîsê re derbas bûn û hêj kujer nehatine eşkerekirin. Em dizanin ku bi MÎT’ê re 3 hevalên me yên jin û hevrêyên me hatine qetilkirin. Di encama polîtîkayên sedsalan ên Tirkiyeyê yên li hemberî kurdan 3 hevalên me yên jin hatin qetilkirin. Qetilkirina rêheval Sakîne bandorek mezin li ser jinên kurd û ciwanên kurd kir. Têkoşîna Sakîne têkoşîna jinê bû. Gelê kurd di têkoşîna xwe ya azadiyê de di bi dehan komkujiyan re hatiye derbaskirin. Lê tu zextan bi me paşve gav nedaye avêtin. Têkoşîna Sakîneyê rê nîşanî me dide. Li dijî van êrîş, îşkence û polîtîkayên ferzkirina koçberiyê em ê li her qadê têkoşîna xwe mezin bikin. Berdêl çi dibe bila bibe, em amade ne ku vê berdêlê bidin. Sakîne û rêhevalên wê bi rêzdarî û hezkirin bi bîr tînim.”   Piştî axaftinan  dirûşmên "Şehîd namirin" hatin berzkirin. Çalakî bi xwendina helbestan berdewam kir û piştre bi nîşandana sînevîzyona têkoşîna 3 siyasetmedarên jin ên hatin qetilkirin bi dawî bû.     COLEMÊRG    Li Colemêrg û Geverê jî bernameya bîranînê hate lidarxistin. Di bernameya li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Colemêrgê hate lidarxistin de sînevîzyona ku têkoşîna jinan vedigot hate nîşandan. Hevseroka DEM Partiyê ya Colemêrgê Humeyra Armût a di bîranînê de axivî, anî ziman ku jin ji bo di tÊkoşÎna azadiyê de pêşengin hedef tên girtin.    Li Rêxistina DEM Partiyê ya Geverê jî bernameya bîranînê hate lidarxistin û gelek kes tev li bûn. Hevseroka DEM Partiyê ya Geverê Fîlîz Saygi ya li vir axivî, diyar kir ku komkujiyê şermezar dikin. Piştî nîşandana sînevîsyona li vir hate nîşandan beşdarvanan her tim dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Şehîd namirin” berzkirin.    ÊLIH    Di bîranîna li Elihê hate kirin de jî jinan wêneyê her sê jinên hatin qetilkirin li ser maseyê bi cih kiri û mûmên vexistî û qûrnefîl danîn ser maseyê. Parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Odûncû ya di bîranînê de axivî, diyar kir ku jinên ji bo gelê kurd têdikoşin di hedefa dewletê de ne û anî ziman ku polîtîkayên wan ên qirêj biserneketin. Di bîranînê de her tim dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” , “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.   Bîranîn bi guhdarkirina helbest û muzîkê bi dawî bû.