'Daxwaza me ne hevdîtineke azadiya Abdullah Ocalan e' 2024-01-09 16:47:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakgerên li gelek navendan Nobeta Edaletê domandin, anîn ziman ku daxwaza wan êdî ne hevdîtineke bi temamî azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e.    Çalakiya greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û zêdetirî 34 meh in tu agahî jê nayên girtin hatine destpêkirin, di roja 44’emîn de berdewam dikin.   Di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de malbatên girtiyan jî li Amed, Wan, Edene, Mêrsîn, Stenbol û Mêrdînê çalakiyên Nobeta Edaletê dane destpêkirin û çalakî didomin.     MÊRSÎN   Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (Çukurova TUAY-DER) hatiye destpêkirin jî 37 roj in didome. Parlamenterên DEM Partiyê Saliha Aydenîz û Perîhan Koca û şandeya pê re îro hatin serdana çalakvanan.    Piştî axaftina têkildarî çalakiyê, Parlamenter Saliha Aydenîz silavên çalakvanên di Nobeta Edaletê ya Mêrdînê li çalakvanan kir. Akdenîz, got ku armanca esasî ya çalakiyên nobetê bidawîkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û aştî û demokrasî ye.    Aydenîz, wiha domand: “Kengî Abdullah Ocalan biaxive, aştî û demokrasî ketiye meriyetê. Dema pê re hevdîtin tên kirin, li welêt yekitî pêş dikeve. Pêvajoya di navbera 2013 û 2015’an de jî mînaka vê ye. Abdullah Ocalan ne tenê daxwazên gelê kurd, daxwazên hemû gelan tîne ziman. Perspektîfeke ku ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên welêt pêşkeş dike. Em bi Mutabaqata Dolmabahçeyê dizanin. Em dizanin ku modêla Rojava ku Abdullah Ocalan pêş xistiye, îro ji hêla hemû cîhanê v e tê şopandin. Lewma jî divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe û dengê wê were bihîstin. Divê ne tenê tecrîd bê şikandin, divê ji hêla fîzîkî ve jî azad bibe.”    JI BO GREVAN HIŞYARÎ KIR   Aydenîz, çalakiyên grevên birçîbûnê yên di demên berê de girtiyan ji bo Abdullah Ocalan dabûn destpêkirin bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Divê li daxwazên girtiyan guhdar bin. Nexwe dibe ku ev çalakî veguhere çalakiya greva birçîbûnê ya nedorveger û domdar. Ji bo pêşîlêgirtina vê jî divê li dengê girtiyan bê guhdarîkirin û nerazîbûn mezin bibin.”   Ji çalakvanên Nobeta Edaletê Emîne Eren jî got ku heta encamekî bi dest dixin dê çalakiya xwe bidomînin. Piştî axaftinan jî çalakvan û ziyaretvanan bi hev re stran gotin.    EDENE    Nobeta Edaletê ya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edene Akdenîzê (AATUHAY-DER) daye destpêkirin di roja 37’emîn de berdewam kir. Gelek kes tev li Nobeta Edaletê bûn. Di çalakiyê de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan û hemû girtiyan hate kirin. Nobet bi stranan berdewam kir.    WAN    Çalakiya bi pêşengtiya TUHAY-DER’a Wanê li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajêr hatiye destpêkirin jî di roja 36’an de didome. Parlamenterên DEM Partiyê yên Wanê, bernamzetên hevşaredariyan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên MEBYA-DER’ê û Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes hatin serdana nobetê.    DÎNADAR: RÊYA AŞTIYÊ JI ÎMRALIYÊ RE DERBAS DIBE    Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Mahmût Dîndar di çalakiyê de axivî û wiha got: “Divê polîtîkayên tecrîdê yên li ser birêz Abdullah Ocalan bi dawî bibin. Zêdetirî 3 sal in nikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinan bike. Birêz Abdullah Ocalan, weke Rêberê Gelê Kurd tê qebûlkirin. Divê tavilê bikare hevdîtinan bike û ev polîtîkayên şerê qirêjî jî bi dawî bibin.”    Di berdewamê de Dîndar diyar kir ku ew naxwazin ji girtîgehan cenaze derkevin û wiha bi dawî kir: “Dayikên me bi sala ye têdikoşin. Tekane rêya aştiyê ji şikandina tecrîda li Îmraliyê re derbas dibe.”    Di tevahiya nobetê de çalakvanan dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.    STENBOL    Nobeta Edaletê ya ji aliyê malbatên girtiyan ve li Stenbolê hatiye destpêkirin di roja 28’emîn de berdewam dike. Platforma Dengê Girtiyan û Nemiran (OTSP) serdana nobeta li avahiya DEM Partiyê ya li Esenlerê tê meşandin kir.    Hevseroka MA TUHAY-DER’ê Dîlek Sonmez Demîr û malbatên girtiyan têkildarî naverok û girîngiya naveroka nobetê endamên OTSP’ê agahdar kirin. Demîr, diyar kir ku nobeta dest pê kirine wateyeke wê ya dîrokî heye û wiha got: “Ji bo ji birêz Abdullah Ocalan agahî bê wergirtin di demên borî jî hem ji girtîgehan hem jî li derve heman çalakî me meşandin. Di encama çalakiyên ku me gelek hevrêyên xwe windakirin de hevdîtinên bi sînor pêk hatin. Ji ber wê yekê êdî daxwaza me ne hevdîtineke, bi temamî azadiya fizîkî ya birêz Ocalan e. Heta ku ev daxwaza me were bi cih anîn dê çalakiya me bidome.”   Malbatên girtiyan ên piştî Demîrê axivîn, bal kişandin ser tecîda giran a li ser Ocalan tê meşandin û bandora wê û destnîşan kir ku heta azadiya fizîkî ya Ocalan pêk were dê çalakiya nobetê berdewam bike.    Endamên OTSP’ê jî dan zanîn ku dê bi nobetê re di nava piştevaniyê de bin.    BI SKECÊ BERTEK NÎŞANÎ ÊRIŞÊN POLÎSAN DAN   Malbatên girtiyan piştî serdanê bi armanca êrişên polîsan ên li dijî wan ku di dema çalakiyên lidarxistine de pêk hatibûn teşhîr bikin skecek lidarxistin. Piştî skeca hate kirin çalakiya nobetê bi xwendina pirtûkan berdewam kir.    AMED   Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Amedê di pêşengtiya TUAY-DER’ê de li avahiya DEM Partyê ya Rezanê hatiye destpêkirin di roja 37’an de berdewam kir. Kesên tev li nobetê bûn pêşmalkên li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin û li eywana çalakî lê tê domandin cihê xwe girtin.    Çalakvanan, bal kişandin çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo pêkhatina azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li girtîgehan hatiye destpêkirin û bang kirin ku daxwazên girtiyan bên qebûlkirin.    Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat ê di çalakiya nobetê de axivî, anî ziman ku dixwazin bibin dengê girtiyan. Canpolat, bi lêv kir ku heta ku dengê girtiyan were bihîstin dê têkoşîna xwe bidomînin û got: “Divê civak zêdetir hêze bide nobetan. Armanca me û girtiyan bi dawîkirina tecrîda li Îmraliyê ye. Em dixwazin gotinên Abdullah Ocalan li cîhanê belav bibin.”   Nobet, bi stranên hatin gotin û serdana welatiyan berdewam kir.     MÊRDÎN    Nobeta Edaletê ya li Mêrdînê hatiye destpêkirin jî di roja 3’yemîn de berdewam kir. Di Nobeta Edaletê ya gelek kesan û rêxistinên sivîl ên civakî ji bo piştgiriyê serdana wan kirin dayikan stran gotin û helbest xwendin. Dayikên ku Nobeta Edaletê bi çepik û tilîliyan domandin, xwestin ku daxwazên wan demildest bên pêşwazîkirin.    Yek ji Dayika Aştiyê Xezalê Ozer a di Nobeta Edaletê de da zanîn ku hevjînê wê hatiye girtin û lawekî wê zêdetirî 20 salan e di nav rêfên PKK’ê de ye û wiha got: “Em îro jî xebatên xwe û berxwedana xwe didomînin. Heta ku em sax bin dê xebatên me berdewam bikin. Em dixwazin zarokên me û Serokatiya me were berdan. Heta ku tecrîd neyê rakirin em ê di çalakiyê de bin. Em dixwazin Serokê me ji zindanê derkeve.”