Li Hezroyê 1150 hilbijêrên xeyalî hatin tespîtkirin 2024-01-09 18:21:22   AMED – Hat diyarkirin ku li navçeya Hezro ya Amedê beriya hilbijartinên herêmî li 3 taxan hezar û 150 hilbijêrên xeyalî hatine qeydkirin. Rêxistina Navçeyê ya DEM Partiyê dê der barê nelirêtiyên hatine kirin de îtîraz bike.   Ber bi hilbijartinên herêmî 31'ê Adarê ve, nelirêtiyên di warê hilbijêran de tên kirin zêde dibin. Hat diyarkirin ku li navçeya Hezro ya Amedê hezar û 150 hilbijêrên xeyalî li ser hin navnîşanan hatine qeydkirin. Piştî lîsteyên hilbijêran diyar bûn ev nelirêtî derketin holê.    Di hilbijartinên herêmî yên sala 2019'an de ji bo bandorê li encamên sindoqan bikin, leşker sewqî navçeyê hatibûn kirin. Di hilbijartinan de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 3 hezar û 856 deng, AKP’ê jî 3 hezar û 332 deng stendibûn. AKP ku di hilbijartinê de bi 524 dengan têk çûbû, di 13’ê Mijdara 2019’an de qeyûm tayînî şaredariyê kiribû.   Dema lîsteyên hilbijêrên ku dê di 31'ê Adarê de dengê xwe bidin hatin lêkolînkirin, derket holê ku li Taxa Hurriyetê, li Kolana Şehîtlîkê li ser navnîşana bi hejmara 93/D 246, li ser navnîşana 93/E 212, li ser navnîşana 93/C 55 e, li ser navnîşana 93/F 47, li ser navnîşana 93/G 130, li ser navnîşana 93/I 39, li ser navnîşana 93/H 64 bi giştî 793 hilbijêrên xeyalî hatine qeydkirin.    Li Taxa Elhûvanê jî li ser hin navnîşanan 86 hilbijêr hatine qeydkirin.    Li Taxa Camiyê jî li ser hin navnîşanan 271 kes wekî hilbijêr hatine tomarkirin.    Piraniya van hilbijêrên hatine veguhastin li ser bajarine din tomarkirî ne. Ji van kesan hin jê li ser navçeya navendî Bajarê Nû û navçeya Rezanê qeydkirî ne û tu xizmantiyeke wan a bi van navnîşanên navborî re tune ye.    Rêxistina Navçeyê ya DEM Partiyê ragihand ku dê serî li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê bidin û îtiraz bikin.    MA / Mujdat Can