Cansiz, Dogan û Şaylemez li cihê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn 2024-01-09 21:05:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên kurd ên şoreşger ku hatin qetilkirin li Parîsê hatin bîrbîranîn. Di bîranînê de hat xwestin ku tecrîda li Îmraliyê bê rakirin û PKK ji "lîsteya rêxistinên terorê" bê derxistin.   3 jinên kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, li ber Buroya Enformasyonê ya kurdistanê hatin bîranîn. Tevî gelê kurd, dostên kurdan ên fransî û hin hilbijartiyên fransî jî beşdarî bîranînê bûn.   'FRANSA BINGEHA KOMKUJIYA DUYEM AMADE KIR’   Di bîranînê de beşdaran ev peyam dan:   Berdevka Karên Derve ya CDK-F Bêrîvan Firat: "Di ser komkujiyê re tam 11 sal derbas bûn û em dizanin ku li pişt vê komkujiya siyasî MÎT heye. Lê belê ji ber xala nepeniya dewletê ya li ser dosyayê, edalet tê astengkirin. Eger ev belge ji dadgehê re bihatana şandin, Evîn Goyî, Abdûrrahman Kizil û Mîr Perwer wê niha di nav me de bûna. Îstîxbarata Tirk li ser xaka Fransayê bi rehetî digeriyan, di 23’yê Kanûna 2022’yan de komkujiyeke din kirin. Em ji Fransayê re dibêjin dev ji bikaranîna Kurdan ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî berde."   'TÊKOŞÎNA ME JI BO KURDAN WÊ BIDOME'   Elie Jousseain (Nûnerê Şaredariya Herêma 10’emîn a Parîsa):"Piştî 9'ê Çileya 2013'an tam 11 sal şûnde xala nepenîtiyê ya di dosyayê de nehat rakirin. Tam 1 sal piştî vê 23'ê Kanûna 2022'an dozgeriya têkoşîna li dijî terorê nexistin dewrê. Lê tevî her tiştî lêgerîna me ya edaletê wê bidome.   Em bi zelalî dibêjin ku yên li dijî DAÎŞ’ê şer dikin û yên ji ber vê sedemê birîndar dibin her tim cihê wan li vir heye. Çend hefte berê li Fransayê qanûnek li dijî koçberan hatibû derxistin. Heman hikûmetê serlêdana penaberiyê ya Evîn Goyî red kir. Heman hikûmeta ku li vir Kurdan neparast. Daxwaz û têkoşîna me ya di vê mijarê de wê bidome. Erê, ger hikûmetê 11 sal berê nepenîtiya dosyayê rakira, îro serê sibê Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil di nav me de bûn.   Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe ya ji bo parastina Kurdan bidomînin. Ez we hemûyan vedixwînim pêşandana fîlmê ku vê êvarê li Herêma 10’emîn a Parîsê pêk tê. Em ê bênavber daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Kurdistana serbixwe bikin. Em ê têkoşîna xwe ya ji bo civakek li ser esasê wekheviya jin û mêr bidomînin."   'EM BI HÊZ DIBIN, EM NÊZÎ AZADIYÊ NE'   Li ser navê TJK-E û TJK-F Xanê Akdogan: "Ez hemû şehîdan bi rêzdarî bi bîr tînim. Dijminên Kurdan bi hezaran sal in zilm û xwînxwariya xwe berdewam dikin. Lê belê zilma wan me xurt dike û têkoşîna me berfireh dike. Her ku em bi hêz dibin em nêzî azadiyê dibin.   Fransa 11 sal in biryara nepenîtiyê ya li ser vê dosyayê ranekiriye û bi dewleta Tirk re hevkariya xwe didomîne. Lê divê ev jî bê zanîn ku gelê Kurd û jinên Kurd bi hezaran sal in têkoşîna xwe didomînin. Kurd bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan û bi felsefeya wî roj bi roj nêzî azadiya xwe dibin.”   'DIVÊ TECRÎDA ÎMRALI BÊ RAKIRIN'   Berpirsê Navdewletî yê Partiya Komunîst a Fransa Vincent Boulet: "Tevî ku em niha bi xemgînî li vir in, ji feraseta edaletê hêrs û hestên me yên birûmet berdewam dikin. Em ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil edaletê dixwazin. Ji sala 2013'an û vir ve 6 milîtanên Kurd hatin qetilkirin. hîn jî edalet pêk nehatiye. Ev ji bo Fransayê cihê şermê ye. Em dixwazin tavilê biryara nepenîtiyê ya li ser dosyayê bê rakirin. Fabien Roussel (Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Fransayê) daxwaza ji Serokkomar Macron re ragihand. Di lêgerîna edaletê de divê em têkoşîna xwe ya ji bo azadiya girtiyên Kurd ên di zindanên Erdogan de ne mezin bikin û em banga rakirina tecrîda li Abdullah Ocalan dikin.   Em du standardên Yekîtiya Ewropayê şermezar dikin ku hin peymanên gazê ji edaletê tercîh dike. Em bang li Konseya Ewropayê dikin ku ji bo pêkanîna mafên mirovan û mafên demokratîk zextê li Tirkiyeyê bike.   Erdogan ê ku di NATO’yê de xwediyê duyemîn artêşa herî mezin e, di heman demê de xeteriyeke herêmê ye. Erdogan bêyî ku ti pîvan û pîvanên navneteweyî li ber çavan bigire êrîşên xwe yên hovane yên li ser gelê Kurd didomîne. YE bi bêdengiya xwe bêrûmet dike. Fransa ya ku hêza wê heye divê ji bo guhertinên siyasî gavan bavêje. Em daxwaza parastina gelê Kurd dikin.   Kurd tam sed sal in ji bo mafên xwe yên netewî yên ku ji aliyê dewletên mezin ve hatine paşguhkirin têdikoşin. Şer kirin û DAÎŞ’ê têk birin û niha terî çarenûsa xwe hatine kirin. Partiya Komunîst a Fransayê wekî di dîroka xwe de piştgirî dide têkoşîna gelê Kurd a ji bo edalet û mafên neteweyî û çandî."   'DIVÊ PKK JI LÎSTEYA RÊXISTINÊN TERORÊ WERE DERXISTIN, EM DEYNDARÊ PKK’Ê NE’   Renê Le Mignot MRAT (Tevgera Têkoşîna Li Dijî Nîjadperestî û Dostaniya Gelan): "Eger edalet pêk bihata, qetlîama din pêk nedihat. Ger PKK ji lîsteya rêxistinên terorê bihata derxistin, ev cînayet nedihatin kirin. Em bang li hikûmeta Fransayê dikin ku dev ji hevkariya xwe ya bi rejîma faşîst ê ku akademîsyen, xwendekar û rojnamevanan digire, berde. Her wiha di biryarên dadgehên navneteweyî yên Parîs û Brukselê de berî niha jî PKK hatibû ragihandin ku PKK ne rêxistineke terorîst e. PKK li dijî terorîstan û DAÎŞ’ê şer dike û em gelek deyndarê wan in. Heta ku edalet pêk were em ê li cem gelê Kurd bin."   Li ser navê Komeleya Franco-Kurdistan Sylvie Jan: "Ez dixwazim du tiştan bînim ziman. Ya yekem ji van ew e ku em her ku bêtir kom bibin, hevkariya hikûmeta Fransa zehmetir dibe. Ya din domdariya demdirêj e. Ger dixwazin bi vê yekê bi demê re belav bikin me biwestînin, ew xelet in. Ji ber ku em ê têkoşîna xwe bêwestan bidomînin.   Di lîsteya rêxistinên terorê de hiştina PKK'ê ji bilî hewldana krîmînalîzekirina Kurdan ne tiştekî din e. Ji ber vê yekê derxistina PKK'ê ji lîsteya rêxistinên terorê ne tenê têkoşîna Kurdan e, ji bo pêkanîna edalet û aştiya navneteweyî jî girîng e. Heta ev herêm di bin bombeyan de be, em û hemû cîhan dê di bin xeteriyê de bin."