ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2024'AN 2024-01-10 09:00:12   * Rêveberê Şaxa MED-DER’ê ya Farqînê Mahsûm Karakoç ji bo serlêdanên qursên zimên bang li farqîniyan kir û wiha got: “Ziman şitla welêt û civakê ye. 15’ê vê mehê qursên me dest pê dikin. Werin xwedî li zimanê xwe derkevin.”   * Girtiyê siyasî Mehmet Kirik ku di Girtîgeha Tîpa S ya Ewlehiya Bilind a Antalyayê de tê ragirtin, bi rêya malbata xwe peyamek şand û  got: “Heya serokê me azad nebe em dest ji vê greva birçîbûnê bernadin. Heke ew azad bibe em ê jî azad bibin, gelê me û gelê tirk jî dê azad bibe.”   * Li Şirnex û navçeyên wê bi hezaran kesên ne ji bajêr wekî hilbijêr hatine qeydkirin. Hevserokên DEM PArtiyê yên navend û navçeyan bertek nîşanî vê yekê dan û gotin:" Hîle jî wê nikaribin AKP'ê rizgar bikin. Ev gel wê vîna xwe teslîmî wan neke."   * Li navenda bajarê Şirnexê nêzî hezar û 500 mamoste bi pirsgirêka hêwirandinê re rû bi rû ne. Li gel vê hê jî "Mala Mamosteyan" ku bi milyoan pere lê hat xerckirin û di hat plankirin dê di sala 2022'yan de temam bibe, bi hinceta "nebûna alavan" hê jî neketiye meriyetê.    * Ajokarên TIR'an yên diçin Herêma Kurdistana Federe, dixwazin dawî li bihabûnê bê û fiyetê veguhastinê bê zêdekirin.    * Sabîha Aslan, xwişka Veysî Aktaş ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê 34 meh in xeber jê nayê girtin, diyar kir ku rûyê xizmên xwe ji bîr kirine û ji bo hestiyariyê bang kir.    * Rexnegirê Hunerê-Resam Feyyaz Yaman destnîşan kir ku divê meseleya kurd li ser zemîneke hevpar bê çareserkirin û got ku heya rewşenbîr û hunermend bi vê pirsgirêkê re hevrû nebin, dê nikaribin hebûna xwe bidomînin.    * Danişîna Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Danişîna ewil a rojnamegerên ji ber protestokirina girtina hempîşeyên xwe tên darizandin dê li 22'yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Anadoluyê bê lidarxistin. (10.30)   * Nobeta Edaletê ku di çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk" li gelek bajaran hatiye destpêkirin dê bidomin. (11.00-17.00)   * Têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ya girtîgehan ku kete roja 45'an dê li pêşiya Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê daxuyanî bê dayîn. (13.00)   * Bi boneya 10'ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin dê TGS li Amedê nûnertiya xwe veke. (16.00)   * DFG ku li Wanê nûnertiya xwe vekir dê li ŞanoWanê çalakiyê li dar bixe. (17.00)