'Hîle jî dê nikaribin AKP'ê rizgar bikin' 2024-01-10 09:06:57   ŞIRNEX- Li Şirnex û navçeyên wê bi hezaran kesên ne ji bajêr wekî hilbijêr hatine qeydkirin. Hevserokên DEM PArtiyê yên navend û navçeyan bertek nîşanî vê yekê dan û gotin:" Hîle jî wê nikaribin AKP'ê rizgar bikin. Ev gel wê vîna xwe teslîmî wan neke."    Desthilatdariya AKP'ê ku li Kurdistanê bi bicihkirina hêzên ewlehiyê dixwaze careke din vîna gel binpê bike, ji bo hilbijartinên xwecihî ketiye nava hewldanan. Ber bi hilbijartina xwecihî ya 31'ê Adarê re dek û dolabên desthilatdariya heyî dest pê kirin. AKP ku bi bicihkirina hêzên ewlehiyê dixwaze ku şaredariyan desteser bike, hemû derfetên xwe seferber kirine. Di hilbijartinên xwecihî yê 31'ê Adara 2024'an de bi hezaran hilbijêr bi taybetî yên hêzên ewlehiyê bi awayekî neqanûnî neqlî Şirnexê û navçeyên wê hatine kirin. Di 6 mehên piştî Gulana 2023’yan de li navenda Şirnexê ji sedî 14,52; li navçeya Qilabanê ji sedî 15,69; li navçeya Basayê ji sedî 15,29 û li Elkê jî ji sedî 6,11 hilbijêr zêde bûne. Hevserokên DEM PArtiyê yên navend û navçeyan bertek nîşanî vê yekê dan   Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Şirnexê Ayşegul Dogan, Newroz Ûysal Aslan û Mehmet Zekî têkildarî mijarê pêşniyazname berpêşî meclisê kirin. Hevserokên DEM Partiyê yê Şirnex, Qileban û Hezexê der barê mijarê de axivîn.      'VÎNA GEL TÊ ÎPOTEKKIRIN'   Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen da zanîn ku AKP di hilbijartinên beriya niha de jî bi heman pêkanînan vîna gel desteser kiriye û wiha axivî: "Hikûmeta AKP'ê di hilbijartinên beriya niha de jî bi hîleyan şaredariyê desteser kir. Li bajarokên biçûk bi hezaran leşker bi cih kirin û vîna gel binpê kir. Di heman demê de li navçeyên me yên din de jî heman polîtîka xistin meriyetiyê. Di serdema hilbijartinên xwecihî yên beriya niha de jî navenda Şirnexê bi van hîleyan desteser kirin. Lê belê tevî van hîleyan jî gelê Şirnexê xwedî li xwe û vîna xwe derket. Her çendî hin hevalbendên wan ên ku îradeya xwe teslimî wan kiribin hebin jî gelê Şirnexê xwedî îradeyeke bi rûmet e û xwedî li xwe derdikeve. Lê bi deh hezaran kes dereke wekî Şirnexê biçûk bi cih kirin. Ev hejmar jî hûn bixwazin nexwazin dê bandora xwe li encama hilbijartinê bike. Bi vê rêbazê vîna gel hat îpotekkirin. Ji ber wê di hilbijartina borî de personelên wan ên ku di midûriyeta nifûsê de dixebitin îtîraf kirin û gotin,'me qeyda bi hezaran kesan li ser Şirnexê çêkiriye.' Her wiha di hilbijartina giştî ya derbasbûyî de jî li Elkê ray avêtin, lê ev li Silopiyayê derketin. Ev tişt li ber çavan e. Her çi qasî li dijî vê me serlêdanên xwe yên hiqûqî jî kiribin, encam nehat girtin û çareser nekirin."   LI NAVEND, NAVÇE Û BAJAROKAN HÎLEYÊN AKP'Ê   Gungen bi lêv kir ku heta niha li navend û navçeyên herêmê bi hezaran hilbijêr ji derve hatine qeydkirin û got: "Li navçeya me ya Qilebanê jî bi deh hezaran kes li ser navê ewlekariyê hatine qeydkirin. Divê şêniyên navçeyê bi xwe vê qebûl neke. Her wiha li navçeya me ya Elkê li ser navê ewlekariyê 500 kes li navçeyê hatine qeydkirin. Ev jî dêbandorê li hilbijartinê bike. Cihên wekî bajarokên me yên Tilqebîn, Deştadarê jî leşker hatine qeydkirin. Em çûn lijneya hilbijartinê hê lîsteya nû ya hilbijêran neketiye ser pergalê. Ew navnîşanên ku me tespîtkirine, em ê li ser wî esasî îtîrazên xwe bikin. Di hêla hiqûqî de çi pêwîst be em ê bikin."   'ŞIRNEX YA ME YE'   Gungen got ku dewlet dixwaze Şirnexê weke labaratûwara pişavtinê bi kar bîne û ji ber wê çi ji destê wê bê dike û wiha domand: "Serokwezîr digot, 'min Stenbol wenda kir lê min Şirnex qezenc kir.' Di dîroka gelê kurd de, ciheke weke Botanê her tim li vîna xwe, zimanê xwe, çanda xwe û zimanê xwe xwedî derketiye. Tekoşîna ku em didin jî li ser vî esasî ye. Botan di dilê vê têkoşînê de cihê xwe girtiye. Ji ber wê ev der ji dewletê re girîng e û dixwaze ku wê tekoşîna wan a cewherî têk bibe. Heke ciheke weke Şirnex ne bi qasî taxeke navçeya Stenbolê be jî. Li ser Şirnexê polîtîkaya xwe ya bîrdozî didin meşandin. Erdogan bi bîrdozî mudexeleyî vîna gel a Şirnexê dike. Ev girêdayî pişaftina civakê, tunekirina civakê û qirkirina çandî ye. Di dîrokê de heta niha gelê Botanê her tim xwedî li çanda xwe, zimanê xwe û nasnameya xwe derketiye. Em bawer in ku Şirnex dê careke din xwedî li vîna xwe derkeve. Bila gelê me xwedî li deng û vîna xwe derkeve. Ev hilbijartin dê çarenûsa Şirnexê diyar bike. Em ji gelê xwe bi bawer in û em ê bi ser bikevin, Şirnex ya me ye.    LI QILEBANÊ DI AVAHIYEKÊ DE 957 HILBIJÊR HATINE QEYDKIRIN   Hevseroka DEM Partiyê ya Qilêbanê Gulistan Yamanê jî da zanîn ku li navçeyê di navbera 6 mehan de hejmara hilbijêran ji sedî 30 zêde bûye û ev tişt gotin: "Li pêşiya me hilbijartina herêmî ya xwecihî heye. Lê em bi gel re naçin hilbijartinan. Weke ku hûn jî dizanin ev du serdem in bi hilbijêrên gerok ve hewl didin îradeya bingehîn a gelê me desteser bikin. Lê me berê jî pêkanînên sextekariyê û desteserkirina îradeyê bi çapemeniyê re parve kiribû. Li navçeya me di navbera 28'ê Gulanê û 1'ê Cotmehê de ji sedî 30 zêdebûneke hilbijêran çêbûye. Ev jî di nava 6 mehan de pêk hatiye. Ev tê wê wateyê ku li navenda navçeya me bi hezaran leşker, cerdevan û polîs hatine qeydkirin. Em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidin, nerazîbûnên xwe nîşan bidin. Li avahiya ku navnîşana kolana wê Kale ye û bi hejmara 13’an 957 hilbijêr hatine qeydkirin. Dibe ku di cîhanê de mînakeke din a bi vî rengi tune be. Nifûsa gundên navçeyê jî ne evqas e. Lê em li qadan in, gelê me bi moral e û em ê bi ser bikevin, em ê şaredariya Qilebanê teslimî xwediyên wê bikin. Em ê 31’ê Adarê wekî roja serkeftinê pêşwazî bikin."   'GUMANÊN ME NÎNE EM Ê BISERBIKEVIN'   Yamanê ji gel daxwaz kir ku xwedî li vîna xwe û sindoqên xwe derkeve û ev tişt gotin: "Em ji gelê xwe daxwaz dikin ku li hemberî van hîleyan  vîna xwe biparêze. Em dixwazin gelê me sindoqên xwe biparêze. Em dixwazin gelê me li dijî van hîleyan, li dijî vê desteserkirina îradeyê derkeve. Kart êdî di destê me de ne, gel ji şaredariya Qilebanê ya ku ji hêla AKP'ê ve tê birêvebirin aciz e. Ji ber ku heta niha li ser navê xizmetê tiştek nekir. Ji bilî navçeya xwe li her derê bû. Gel dibêje, 'Em careke din destûr nadin kesej îradeya me desteser bike.' Ji ber vê yekê ger em bi xîret bixebitin em ê bi ser bikevin.Her çi qas ji derve deng anînbin jî em ê bi ser bikevin û di vê mijarê de gumana me jê nîn e. Di vir de berpirsyariyeke mezin a jin û ciwanan heye. Ji ber vê yekê em bi taybetî dixwazin ku ew deng û vîna xwe biparêzin."   'TENÊ YEK DENG DÊ ÇARENÛSA BAJAREKÎ BIGUHERÎNE'   Hevserokê navçeya DEM Partiyê yê Hezexê Adnan Bel jî anî ziman ku gelê Botanê dê 31'ê adarê bersiva hîleyan bide û got: "Di hilbijartinên xwecihî yê 2019'an de desthilatdariya AKP'ê û MHP'ê hîle kirin. Li ser bajarokên navçeya me ya Ereban û Deştadarê jî gelek listîk lîstin. Her sal bi hîleyan dikevin hilbijartinê. Divê gelê me li dijî binpêkirina vîna xwe hişyar be. Niha dest pê kirine û gelek leşker û cerdevan li navend û navçeyên me qeyd kirine. Divê gelê me hişyar be. Her wekî din hilbijêrin ku digerin hene, divê li dijî van baldar bin. Divê haya her kesî ji hîleyên wan hebin. Gelê me êdî ji pêkanînên qeyûman bêzar bûye û ji ber wê jî dixwaze ku biçin dengê xwe biavêjin û şaredariyên xwe bi dest bixin. Her dengek ji me re girîng e, tenê yek deng dikare çarenûsa bajarên me biguherîne. Ji ber wê divê em bi vê hişmendiyê nêzikî hilbijartinê bibin û xwedî li vîn û dengê xwe derkevin."    MA / Zeynep Durgut