Xwişka Veysî Aktaş: Me rûyê girtiyên xwe ji bîr kiriye 2024-01-10 09:12:17 AMED - Sabîha Aslan, xwişka Veysî Aktaş ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê 34 meh in xeber jê nayê girtin, diyar kir ku rûyê xizmên xwe ji bîr kirine û ji bo hestiyariyê bang kir.  Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê 2 sal û 9 meh û 15 roj in tu agahî nayê girtin. Hevdîtinên parêzer û malbatan bi hinceta "cezayên dîsîplînê" tên astengkirin, lê sedema cezayan bi hinceta "dê di çapemeniyê de bên belavkirin" teblîxî parêzeran nayên kirin.    Sabîha Aslan, xwişka Veysî Aktaş ê di sala 2015'an de sewqî Girtîgeha Girava Îmraliyê hat kirin, bertek nîşanî astengkirina hevdîtinan da û ji bo hestiyariyê bang kir.    ‘JI DENGÊ AŞTIYÊ DITIRSIN'   Aslanê anî ziman ku xebernegirtina ji Îmraliyê ji ber pêkanînên bêhiqûqîtî û bêedaletiyê yên li Tirkiyeyê ye û got ku ya tê kirin dê bi kêrî Tirkiyeyê neyê û dê bibe sedema rûxandinên pergalî. Aslanê bilêv kir ku dê Tirkiye bi van bêhiqûqîtiyan tiştekî bi ser tiştekî nexe û got: “Ji ber ku dê dengê aştiyê ji qir bê, hevdîtinan asteng dikin. Ji ber ku aştî dê bi kirî hin hêz, hin mirov û hin kesên desthilatê neyê. Lê ev bêhiqûqî û bêedaletiya li Tirkiyeyê dibe sedema qeyrana aborî û kûrkirina dijminatiya di navbera mirovan de. Êdî bi navê hezkirinê bi mirovan re tiştek nemaye. Ev ji ber bêedaletiyê ye."    ‘ME RÛYÊ GIRTIYÊN XWE JI BÎR KIRIYE'   Aslanê cezayên disîplînê yên tên birîn wekî "bahane"yê şîrove kir û pirsî ku kesekî girtî dê çi qasî karibe "bêdîsîplîniyê" bike. Aslanê anî ziman ku girtî ne li qadeke wiha ne ku bêdîsîplîniyê bikin û wiha pê de çû: “Ji ber van cezayan me rûyê girtiyên xwe ji bîr kiriye. Ger ew nekevin xewnên me, em ê dengê wan, sûretê wan ji bîr bikin. Em hatine wê astê. Em bi tu awayî nikarin hezkirina xwe, êşên xwe bi hev re parve bikin."    ‘EM JI BER ERDHEJÊ BI FIKAR IN'   Aslanê erdhejên li Gemlîkê çêbûn jî bi bîr xist û got ku piştî erdhejê wan yekser telefonî parêzeran kiriye û hewl dane agahiyekê wergirin. Aslanê wiha domand: “Em bi fikar in. Li Tirkiyeyê îhtimal e erdhejên mezin çêbibin. Divê ev kes teqez ji wê girtîgehê derkevin. Di navbera Girtîgeha Îmraliyê û behrê de mesafeyek mezin nîn e. Di erdhejeke gengaz de dê xizmên me bi çarenûsa xwe re rû bi rû bên hiştin."    Aslanê anî ziman ku li gel hemû hewldanan jî muxatabekî nabînin û got: "Gelo gava 8 sal, 9 sal, 24 salan tu xeberê ji xizmekî xwe negirin dê çi bikin?"   AZADIYA FIZÎKÎ   Aslanê da zanîn ku ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê divê her kes bi erka xwe rabe û wiha got: “Ev pirsgirêka mirovahiyê, pirsgirêka hemû cîhanê ye. Li ku derê zilm, neheqî, bêedaletî hebe divê welat û dewlet li dijî vê rabin. Îro li her derê şer heye. Ev hemû ji ber neheqî û bêdengiyê rû didin. Divê beriya her tiştî ev 4 girtî bi awayekî fizîkî azad bibin. Yên ku ji xwe re dibêjin 'em mirov in' û edalet û hiqûqê diparêzin divê berpirsyariya xwe bi cih bînin. Çima dema mijar tê ser kurdan, li Tirkiyeyê mafên mirovan esas nayên girtin? Gava mesele tê ser kurdan, çav û guhên her kesî girtî ne. Hemû kesên dibêjin em mirov in, çi bikeve ser milê wan divê bikın."    MA/ Mujdat Can