Rexnegirê hunerê Yaman: Divê meseley kurd li ser zemîneke hevpar bê çareserkirin 2024-01-10 09:13:57   STENBOL - Rexnegirê Hunerê-Resam Feyyaz Yaman destnîşan kir ku divê meseleya kurd li ser zemîneke hevpar bê çareserkirin û got ku heya rewşenbîr û hunermend bi vê pirsgirêkê re hevrû nebin, dê nikaribin hebûna xwe bidomînin.    Nivîskar, derhêner, muzîkjen, rexnegirên hunerê, lîstikvan, ressam û dengbêj jî di nav de, 564 kesên ji qada wêje û hunerê di 7'ê Çileyê de li Amed û Stenbolê bi navê "Em Ji Bo Aştiyê Bibin Dengek" deklerasyonek belav kirin. Di deklarasyonê de doza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û doz aaştiyeke civakî hat kirin. Her wiha piştî eşkerekirina deklarasyonê ji heman derdorê hin kesên din jî îmze danîn bin deklarasyonê. Bi vê re hejmara kesên îmze danîn bin deklarasyonê bû 571.    Ji îmzevanên deklarasyonê Rexnegirê Hunerê-Resam Feyyaz Yama, têkildarî naveroka deklarasyonê û girîngiya wê de axivî.    ‘EM DI PÊVAJOYEKE DÎROKÎ RE DERBAS DIBIN'   Yaman diyar kir ku hunermendê ku berpirsyariya rûbirûbûna heqîqetê di xwe de hîs dike, divê li hemberî zextan xwe ji îfadekirina heqîqetê dûr nexîne û got ku deklerasyona ku wan ragihandiye di vî warî de gaveke girîng e. Yaman anî ziman ku em di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin û wiha got: “Di esasê xwe de ji ber ku 100 saliya komarê îro di rojevê de ye, pêwîstiya bi hesabpirsînê û amadekirina bîlançoyê heye. Destûra Bingehîn a 1921'ê ya di dema damezrandina komarê de, ji yên heyî bêtir wekî hewldanek azadîxwaztir, hewldaneke bêtir li ser esasên mafan xuya dikir. Lêbelê, ji dema ku avaniya Destûra Bingehîn a 1921'ê guherî, ji roja ku aktorên damezrîner hatin vederkirin, em bi pirsgirêkên niha rû didin re rû bi rû man."    ‘PÊDIVÎ BI FERASETEKE LI SER ESASÊN MAFAN HEYE'   Yaman destnîşan kir ku ji bo astengiyên li pêşiya jiyana hevpar a gelên Tirkiyeyê ji holê bên rakirin divê pirsgirêk rast bên pênasekirin û got: “Têgiha azadiyê ger li ser esasê wekhevî û lêgerîna mafan neyê axaftin, tu wateyeke xwe ya demokratîk tune ye. Em mecbûr in feraseteke azadiyê ya li ser esasên lêgerîna mafan û wekheviyê biparêzin."   ‘DIVÊ MESELEYA KURD BÊ ÇARESERKIRIN'   Yaman diyar kir ku daxwaza wan a sereke ya di deklerasyonê de ew e ku meseleya kurd li ser zemîneke hevpar bê çareserkirin û got: "Pirsgirêka li pêşiya me ew e ku mafê temsîliyeta civaka kurd di platformeke li ser esasên wekheviya mafan bê gengeşîkirin. Yan na dê hemû pêdiviyên civakê yên bihevrebûnê, hilberînê û parvekirinê ber bi krîzê ve bibe. Jixwe em dibînin ku siyaset di vî warî de xitimiye. Halbûkî atmosfera mirovên aqilmend, atmosfera hevdîtinê ya beriya qulibandina maseyê, bi rastî jî atmosfeteke diyalogê bû. Atmosfera diyalogê tevî her tiştî xwedî şiyana çareseriyê bû, ji ber ku mînakên wê hene. Mînaka Îrlandayê heye, li Spanyayê mînaka Katalanan heye."    HEVRÛBÛYÎN   Yaman destnîşan kir ku divê ev deklerasyon wekî destpêkekê bê dîtin û bang li her kesî kir ku xwedî lê derkeve. Yaman di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Bila ev bibe destpêkek û xala jinûvedetspêkirinê. Ji lew re atmosfera ku em tê de ne, mirov ji van rageliyan bêzar bûne. Ger hunermend û rewşenbîr bixwazin hebûna xwe bidomînin, mafên xwe yên rexneyî bi kar bînin û li ser esasê heqîqetê biaxivin, bêyî bêyî hevrûbûyîna van pirsgirêkan dê nikaribin vê yekê bikin. Ev ne tenê temiyek an jî vexwendinek e. Ev zemîna heqîqetê ye û dîwar e ku dê hemû kesên dibêjin 'ez hunermend im, rewşenbîr im, demokrat im û ehlê azadiyê me' herin serê xwe lêxin. Reva ji vî dîwarî tune ye."    MA / Îbrahîm Irmak