Li Geverê serdegirtina malê: Polîsan gule reşandin û endamên malbatê derb kirin 2024-01-10 09:47:07   COLEMÊRG - Polîsan li Geverê bi ser mala malbata Kurt de girtin, gule li hewa reşandin û endamên malbatê derb kirin. Welatiyên rastî tundiyê hatin ji ber ku pirsa “destûra lêgerînê” kirin, bi kuştinê gef lê hate xwarin.    Polîsên tîmên taybet duh di saetên şevê de li Taxa Nû ya Gever a Colemêrgê bi ser mala malbata Kurt de girtin. Polîsan deriyê malê şikandin û endamên malbatê yên ku pirsa “destûra lêgerînê” kirin, derb kirin. Di dema serdegirtinê de polîsan gule li hewayî reşandin. Hinek guleyên hatine reşandin jî li dîwarên malê ketin. Di serdegirtinê de Îdrîs Kurt û Sitar Kurt hatin binçavkirin. Her du kes jî birin Qereqola Polîsan a 75'încî Yilê û piştre hatin berdan. Endamên malbatê têkildarî bûyerê ji ajansa me re axivîn û gotin ku polîsan xwînê di dema derbkirinê de ji endamên malbatê herikî paqij kirine û hinek qalikên fîşekan jî hatine komkirin.    TUNDIYA LÊ HATIYE KIRIN VEGOT    Îdrîs Kurt, da zanîn ku dema ji kar vegeriyayî û li malê xwarin dixwar, polîsan bi ser mala birayê wî yê li qata jêr rûdinişt de girtine û wiha behsa bûyerê kir: “Li ser vê yekê ez daketim qata jêr û min pirsa ‘destûra we ya lêgerînê heye yan na’ ji polîsan kir. Li ser vê yekê polîsan heqaret li min kirin, çek da serê min û gefa kuştinê xwar. Kesên bimaske ez du qatan li erdê xijandim. Pir li me dan û miameleyeke xerab li dijî me kirin. Çek xistin serê min, destên min ji pişt ve hatin kelemçekirin. Polîsan her tim gefa ‘em ê te bikujin’ li min xwarin.”    JI BER DERBKIRINÊ BI SER HIŞÊ XWE ÇÛ   Kurt, diyar kir ku parêzerên ji Baroya Colemêrgê û welatiyên derdorê hatine cihê bûyerê û wiha domand: “Gelek caran gule berdan. Ez piştrastim ku heke kes nehatibûya wê derê, dê guleyan li me bireşandina û dê me bikuştina. Ji ber derbkirinê ez bi ser hişê xwe çûm. Baş nayê bîra min ka çi qewimî. Gelek caran pêhn li serê min dan û bi qontaxa tifingê li ser min xistin. Heke li derî bixistina dê me derî lê vekira. Ji bo kuştinê gule ber didan. Dê me tevan bikuştina.”    POLÎSAN GEF XWARIN   Sitar Kurt ku hatibû derbkirin û binçavkirin jî bal kişand ser tundiya polîsan û wiha got: “Çawa ku ji malê hatim derxistin dest bi derbkirinê kirin. Polîsê li jêr jî ji min re got; ‘hûn kî ne ku ji me pirsa destûra lêgerînê dixwazin. Ez polîsê tevgera tîmên taybet im. Hûn çawa li dijî me derdikevin.’ Gelek caran bi qontaxa tifingê li zikê min xistin. Pêpiştî li erdî hatim dirêjkirin û diketin ser zikê min. Îşkence li me kirin. Dema parêzer hatin êrişî wan jî kirin. Baş bû ku parêzer û gel hatin wê derê. Nexwe dê em tevek bihatina kuştinê.”     Di berdewamê de Kurt ev tişt anî ziman: “Hêj niha jî stûyê min diêşe. Yekî jê piyê xwe danî ser serê min û du jî li ser zikê min bûn. Hûr û girt tevahiya endamên malbatê rastî vê miameleyê hatin. Destûra wan a lêgerînê tune bû û nediyar bû bê ka çima hatine jî. Di dîmenan de xuyaye bê ka gule li ku ketine. Gelemperî berê guleyan her li aliyê ye û ev jî nîşan dide ku hedef girtine û wisa gule berdane. Polîsan her digotin; ‘Hûn kî ne ku li dijî me derdikevin? Em tîmên taybet in. Em ê we bikujin. Dozger jî polîs jî em in. Em çi bixwazin dikarin bikin.’”   BOMBEYA DENG AVÊTIN   Têkildarî mijarê Canan Kurt jî destnîşan kir ku duh bi şev saet derdora 20.00’an de bûyer qewimî ye. Kurt, got ku dema ji bo vekirina derî çûy, polîsan derî şikandine û wisa ketine hundir û wiha qala bûyerê kir: “Bi qontaxên çekan hatim derbkirin. Heta hundir jî li erdê hatim kaşkirin. Li min dixistin û wisa xistin hundir. Zarokên min ên bertek nîşanî polîsan dan jî hatin derbkirin. Her sê polîsan zarokekî min girtibûn û piyên xwe danîbûn ser wan. Nedihiştin bilivin. Bombeya deng avêtin cihê ku keça min a 5 salî lê dimîne. Bi awayekî bêserûber gule li derdorê direşandin û diqîriyan.”    ‘JI BO KUŞTINÊ GULE BER DIDAN’   Kurt, bi lêv kir ku polîs ji bo kuştina wan hatibûn û wiha pê de çû: “Xizmê min Îdrîs Kurt 50 salî ye û ji ber derbkirina polîsên tîmên taybet bi ser hişê xwe de çû. Xesûya min a 80 salî ji ber van bûyeran aloz bû û bi ser hişê xwe ve çû. Li gel ku me jê re got nexweşiya dil a xesûya min heye jî guh nedan me. Kî derketa pêşiya wan derb dikirin. Piştî ku ji malê derkeitin, em li ambulansan geriyan û me xesûya min bir nexweşxaneyê. Biraziyê min Sitar heta anîn ber mirinê derb kirin. Ji bo kuştina me tevan bi awayekî bêserûber gule direşandin.”    ‘BERÊ ÇEKÊ DAN SINGÊ MIN Û NÎŞAN GIRTIN’    Yek ji endamên malbatê Sabîha Kurt ku di serdegirtinê de hatibû derbkirin jî wiha qala êrişa polîsan kir: “Polîsên tîmên taybet piştî reşandina hinek guleyan, berê çekê da singê min. Piştî îşkence, miameleya xerab û derbkirinê jî polîsên bi cilên sivîlan weke ku qet tiştekî neqewimî be ketin hundir. Heta polîsên ketin hundir jî têkildarî serdegirtinê tiştek negotin.”    Hevjîna Îdrîs Kurt jî got polîsan çêr li wan kirine û wiha axivî: “Ev a ku hatiye kirin zilm e. Ez emeliyat bûbûm û tevî ku ev rewşa min dîtin û min jê re got jî nesekinin. Ez gelek tirsiyam ku dê dilê min bisekine.”    MA / Mazlum Engîndenîz