Li 16 binçavkirin û 12 dozan îcar jî lêpirsîna ‘defê’ lê zêde kirin 2024-01-10 11:21:02   ÊLIH - Welatiyê bi navê Vedat Ozer di 9 salan de 16 caran hate binçavkirin û derheqê wî de 12 doz hatin vekirin. Herî dawî jî bi hinceta ku di kongreya DBP’ê de ji bo stranekê li defê xistiye derheqê wî de lêpirsîn hate destpêkirin.    Welatiyê bi navê Vedat Ozer ê 26 salî li Êlihê dijî û ji 17 saliya xwe heta niha bi hincetên cuda gelek caran hate binçavkirin û derheqê wî de lêpirsîn hatin vekirin. Îcar jî bi hinceta ku di stranekê de li defê xistiye derheqê wî de lêpirsîn hate destpêkirin.    Ozer, di 9’ê kanûna sala 2015’an di 17 saliya xwe de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate binçavkirin û girtin. Bi heman sûcdariyê 6 sal û 3 meh cezayê hefsê lê hate birîn. Di 29’ê cotmeha 2020’an de jî cezayê xwe temam kir û tehliye bû.    12 DOZ HATIN VEKIRIN    Heta niha Ozer 7 caran li Êlihê, 4 caran li Amedê, 3 caran li Stenbolê û 2 caran jî li Enqereyê bi giştî 16 caran hatiye binçavkirin. Derheqê Ozer de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 2 doz, bi îdiaya “heqaret li serokkomar kiriye” 2 doz, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” 6, bi îdiaya “alîkarî daye rêxistinê” dozek û bi îdiaya “gel ji bo kîn û dijminatiyê sor kiriye” jî dozek hatiye vekirin. Gelemperiya dozên derheqê Ozer de li Êlih, Amed, Stenbol û Enqereyê berdewam dikin.    Herî dawî jî bi hinceta “te di stranê de li defê xist” derheqê Ozer de lêpirsîn hate vekirin. Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ji bo lêpirsînê jî îdiaya “propagandaya rêxistinê” kir.    Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di 27’ê sibata 2022’yan de li Navenda Çand û Kongreyan a Nazim Hîkmet a Enqereyê 6’emîn Kongreya Asayî li dar xist. Di kongreyê re strana “Gerîla û partîzan” hate gotin û lêxistina defê ya di vê stranê de jî weke sûc hate nîşandan. Ozer, di çarçoveya lêpirsînê de di 3’yê çileyê de li Midûriyeta Emniyetê ya Êlihê îfade da.    OZER: EZ BÊHNÊ JÎ BISTÎNIM DÊ DOSYAYÊ VEKIN    Ozer, da zanîn ku hêj gelek dozên derheqê wî de didomin û wiha got: “Em ji Êlihê çûn Enqereyê. Li wir strana ‘Gerîla û Partîzan’ hate gotin. Min li vir tenê li defê xist. Lê ev stran kirin hincet û derheqê min de dosyaya ‘propagandaya rêxistinê’ vekirin. Tevî ku min tenê li defê xistiye jî derheqê min de dosya vekirin. Êdî ez bêhnê jî bistînim derheqê min de dosyayan vedikin. Bi rastî jî ez fêm nakim bê ka ev edaleteke çawa ye.”    PARÊZER AZAD: ÊDÎ LÛTKEYA BÊHIQÛQTIYÊ YE    Parêzer Serfiraz Azad jî diyar kir ku miwekî wî tenê di kongreyê de li defê xistiye û ev tişt anî ziman: “Strana di kongreyê de hatiye gotin û defa ku miwekîlê min lê xistiye ji bo lîstina dawetê ye. Dema li defê dixist jî stran negotiye. Tevî vê yekê jî li ser dirûşmên ku berz kiriye sekinîne û ji propagandayê lêpirsîn dane destpêkirin. Ev yek êdî lûtkeya bêhiqûqtiyê ye.”    MA / Fethî Balaman