Di Roja Rojnamegerên Dixebitin de rojnamegerên girtî xêz kir 2024-01-10 11:25:46 NAVENDA NÛÇEYAN - Karîkaturîst Sefer Selvî bi boneya 10’ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin rojnamegerên girtî xêz kir.  Karîkaturîst Sefer Selvî ku bi karîkatûrên xwe yên polîtîk tê naskirin, bi boneya 10’ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin rojnamegerên di girtîgehan de xêz kir.    Li gorî Rapora Binpêkirina Mafên Rojnamegeran a 2023’yan a Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), 57 rojnameger di girtîgehê de ne. Yek ji wan jî Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû ye.    Li gorî daneyên komeleyê, di sala 2023’yan de 36 rojnameger rastî êrişê hatin, bi ser mala 43 rojnamegeran de hate girtin, 119 rojnameger hatin binçavkirin, 64 rojnameger rastî miameleya xerab hatin, gef û sîxûrtî li 38 rojnamegeran hate ferzkirin û 110  rojnameger jî di dema şopandina nûçeyan de rastî astengiyan hatin.    Her wiha di çarçoveya binpêkirina mafê fikr û azadiya xweîfadekirinê de derheqê 75 rojnamegeran de lêpirsîn hate vekirin, derheqê 66 rojnamegeran de doz hate vekirin û ceza li 44 rojnamegeran hatin birîn. Bi giştî 48 sal û 9 meh û 14 roj cezayê hefsê û 147 hezar TL jî cezayê pereyan hate birîn. Darizandina 280 rojnamegeran didome û rojnameer 821 caran derketin pêşberî dadgehê. Hejmara rojnamegerên girtî 57, 58 rojnameger ji kar hatin avêtin, RTUK’ê li 68 weşanan 84 caran ceza birî û ji bo 112 nûçeyan jî biryara qedexeya weşandinê da. Di heman demê de 83 malperên înternetê hatin girtin, ji bo 7 hezar û 106 nûçeyan biryara astengkirinê hate dayîn û naveroka 3 hezar û 761 parvekirinên medyaya dijîtal jî hatin astengkirin.