Li Pêrtagê 2 kes hatin binçavkirin 2024-01-10 11:35:53   DÊRSIM - Di serdegirtinên malan ên li Pêrtagê de 2 kes hatin binçavkirin.    Îro di danê sibehê de li navçeya Pêrtag a Dêrsimê bi ser malan de hate girtin. Di serdegirtinên malan de 2 kesên navên wan nehat zanîn hatin binçavkirin. Hat zanîn ku her du kes jî ji ber parvekirinên xwe yên li ser medyaya dijîtal bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatine binçavkirin.