Ji DFG û MKG'ê peyama 10’ê Çileyê: Em ê zilmê têk bibin 2024-01-10 11:58:32 AMED - DFG û MKG’ê 10’ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin pîroz  kirin û ev peyam dan: “Bi dirûşma ‘çapemeniya azad, civaka azad’ em ê zordestî û zilmê têk bibin.”  Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) bi boneya 10’ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin daxuyaniyên nivîskî dan. DFG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di tevahiya dîroka komarê de rojnameger di bin zextê de bûn û azadiya çapemeniyê tune bû û wiha got: “Her çend 10’ê Çileyê ji bo rojnamegeran rojek girîng be jî mixabin rastiya ‘rojnamegeriyek hatiye hepiskirin’ hê jî bi awayekî dilsoj li pêş me ye. Ji ber wê yekê ye ku pîrozkirina wê xwe ji awayê şeklî xelas nake. Bi kurtasî ji bo 10’ê Çileyê, em bibêjin roja ‘Rojnamegerên naxebitin’ em wê zêde mezin nakin.”    DFG: ROJA ROJNAMEGERÊN NAXEBITIN    Bi domdarî DFG’ê wiha got: “ Çapemeniya azad û rojnamegerên kurd ku li dijî zext û bêhiqûqiyên li ser azadiya çapemeniyê ya li welat dengê xwe bilind kirin û rêveçûna heyî qebûl nekirin, di salên 90’î de wekî nefesekê derket holê. Lê bi zext û qetilkirinan hewl dan vê nefesê tune bikin. Bi dehan hevalên me yên rojnameger şehîd bûn. Avahiyên rojnameyên me bombe kirin. Buroyên me yên rojnameyan hatin girtin. Rojnamegerên bi rûmet, hatin darizandin, girtin û hatin sirgûnkirin. Li gel vê yekê jî mirov dîsa dikare qala çapemeniya azad ku berxwedan û têkoşîna xwe berdewam dike û dê bike.   Piştî wê di serdema 22 salên dawî de, bi taybetî di 10 salên dawî de li holê ye ku îqtîdara AKP’ê çapemenî anîye çi halî. Îro ji xeynî rojnamegerên ku ji kevneşopiya çapemeniya azad tên û rojnamegerên ku pênûsa xwe nafiroşin, saziyên din ên çapemeniyê û xebatkarên wan, hema bêje, nikarin bêyî fermana dewletê tev bigerin û nikarin serbixwe bixebitin.    Rojnamegerên ku bi rûmeta xwe têdikoşin jî, ji bo azadiyê canê xwe didin û dest ji rastî û heqîqetê bernadin. Bêguman dema rewş wisa be, raste rast dibin hedefa êrîşan. Li qadê dema nûçe dişopînin, gelek astengiyan derdixin pêşiya wan. Pergala ku zextan pêş dixe, rojnamegerên ku nikare wan li qadê asteng bike, vê carê bi rêya darazê wan asteng dike. Saziyên darazê jî bi temamî li dijî hiqûqê biryaran didin û hiqûqê qetil dikin. Wekî ku dema em li binpêkirinên mafan ên di sala 2023’yan de dinêrin, em dibînin ku darizandinên rojnamegeran derketine asta herî jor. Ev jî nîşanî me dide ku li Tirkiyeyê rojnamegerî çiqas zor e.    Di rewşek wisa de Wezîrê Dadê li çavê mirovan dinêre û dibêje ‘Rojnamegerên girtî tune ne.’ Lê daneyên rojnamegerên girtî li pêş çavan in. Hê jî zêdeyî 50 rojnamegerên girtî hene. Yek ji vana jî Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê Dîcle Muftuoglû ye. Ji xeynî vê yekê jî çend roj berê hevalên me yên rojnameger hatin berdan. Di navbera salên 2022-23’yan de bi dehan rojnameger hatin girtin û hatin berdan. Hê jî gelek rojnamegerên hatin girtin hene.    Rojnamegerên ceza xwarine hene. Di rojên dawî yên salê de jî rojnameger hatin girtin. Furkan Karabay hêj nû hat berdan. Îro ku ji bo rojnamegeran rojek taybet e, 6 hevalên me yên rojnamegerên jin dê derkevin pêşberî dadgehê.    Tenê ji ber ku ji bo hevalên xwe yên girtî dengê xwe bilind kirin; lêdan xwarin, hatin binçavkirin û der barê wan de doz vebû. Ji ber van rastiyên heyî, em dibêjin em ‘Bi rastiya îqtîdara ku rojnamegeriyê qetil dike’ re rû bi rû ne.    Li ruxmê van hemû rastiyan, dîsa em 10’ê Çileyê Roja Rojnameger ên xebatkar li hemû rojnamegerên bi rûmet pîroz dikin. Bi şiara ‘Çapemeniya azad, civaka azad’ em bi mezinkirina piştevaniyê dikarin bêtir vê zordarî û zilmê têk bibin.    "MKG:    MKG: EM Ê BI HEMPÎŞEYÊN XWE YÊN ‘NAXEBITIN’ RE NE    MKG’ê jî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku zext li ser rojnamegerên li Tirkiyeyê heye. MKG’ê bi domdarî wiha got: “Ji ber van zextan, rojnameger di serî de jin û zarok û xweza bi tevahî hewl didin dengê her aliyên civakê bidin bihîstin. Her roj girtin û binçavkirina rojnamegeran zêde dibin. Her roj êrişên curbecur li rojnamegeran tên kirin. Bi taybet ev yek li jinên rojnameger tên kirin. Her wiha li tevahiya kedkarên çapemeniya azad tê kirin. Rojnamegerên jin ên dixwazin karê xwe bikin, têkoşîna xwe ya li dijî êrişan hem li girtîgehan hem jî li derve dewam dikin. Yek ji rojnamegera têkoşîna xwe dewam dike Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Dîcle Muftuoglu ye. Dîcle ev 257 roj in di girtîgehê de ye. Li gor rapora me wekî MKG'ê amade kir Dîcle 3'yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê hatiye girtin. Niha dîsa li gor rapora me 10 jinên rojnameger di girtîgehê de ne.    Îro ji bo jinên rojnameger ‘nexebitin’ her cure zext û êriş li wan tên kirin. Em wekî MKG'ê dîsa dibêjin ku em ê, bi hempîşeyên xwe yên ‘nikarin bixebitin’ di nava piştevaniyê de bin.”