Li Dêrikê zarokek hate revandin 2024-01-10 12:02:40   MÊRDÎN - Xwendekara dibistana amadehî ya 16 salî S.K., ji hêla kesên tê gotin xizmên wê ne ve bi wesayîtê hate revandin.    Xwendekara dibistana amadehî ya 16 salî S.K., duh di saetên êvarê de li navçeya Dêrik a Mêrdînê ji hêla xizmên xwe ve hate revandin.    Li gorî îdiayê; kesên bi navên Alî K. û Diyadîn K. ku digotin mamên zarokê ne, piştî gotina “bavê te xwest ku em te bibin nexweşxaneyê” zarok li wesayîtê siwar kirin û zarok revandin. Mamosteyên ku rewş ferq kirin, li malbatê geriyan. Li ser vê yekê malbat li cendirmeyan geriyan.    Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya Mêrdînê jî têkildarî bûyerê bi cendirmeyan û dozgeriyê re hevdîtin kir. Ji bo dîtina zaroka keç xebatên lêgerînê hatin destpêkirin.    Hat zanîn ku zaroka behsa xeberê beriya revandinê, ji hevalên xwe re gotiye ku ew ditirse ku bê revandin.