Piştî biryara AYM’ê hate berdan: Sekinîna 4 mehan dê rê li ber mexdûriyetê veke 2024-01-10 12:55:02 AMED - AYM’ê sûcê “Her çend ku endamê rêxistinê nebe jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye” betal kiribû. Bariş Onen ku ji ber vê îdiayê girtîbû, piştî serlêdanê hate berdan.  Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) di 8’ê kanûna 2023’yan de hukmê TCK’ê yê “Her çend ku endamê/a rêxistinê nebe jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye” betal kir. AYM’ê biryar da ku biryar 4 meh piştre bikeve meriyetê. Piştî biryara AYM’ê, gelek serlêdan ji bo dadgehên herêmî hatin kirin. Dadgehan xwe li benda 4 mehan negirtin û dest bi biryarên tehliyeyan dan.    JI DADGEHÊ BIRYARA ERÊNÎ   Welatiyê bi navê Bariş Onen jî di sala 2023’yan de bi îdiaya “Her çend ku endamê rêxistinê nebe jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye” hatibû girtin û 8 sal û 9 meh cezayê hefsê lê hatibû birîn. Onen, piştî serlêdana parêzeran hate tehliyekirin. Parêzer Bunyamîn Şeker li ser biryara AYM’ê serî li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê da.    Şeker, bal kişand ser 4 mehên AYM’ê di biryara xwe de diyar kiriye û wiha got: “Heke înfaza cezayê miwekîlê min bê domandin, dê rê li ber mexdûriyetên jêneveger veke. Lewma min xwest ku înfaza miwekîlê min bê sekinandin.”    ‘DÊ RÊ LI BER MEXDÛRIYETÊ VEKE’    Dozgerê ku têkildarî daxwazê mutalaaya xwe amade kir, xwest ku înfaza Onen bê sekinandin. Dadgehê jî got ku heke înfaza ceza neyê sekinandin dê rê li ber mexdûriyetên jêneveger veke û biryara sekinandina înfazkirina ceza da.    Dadgehê, rêya îtîraza dijber jî vekirî hişt û biryara tehliyeyê da.