Cêwiyên ku bi hev re radizan bi hinceta ‘hevzayend in’ ji wargehê hatin avêtin 2024-01-10 13:08:16   ANTALYA -  Cêwiyên 16 salî ku di erdhejê de nêzî 4 saetan di bin kavilan de man û ji ber tirsa erdhejê bi hev re radizan, bi “hevzayendîbûnê” hatin sûcdarkirin û ji wargeha Dibistana Amadehî ya Sporê ya Mevlut Çavuşoglû ya Alanyayê hatin avêtin.    Cêwiyên ku di erdhejên navenda wan Mereşê de li Hatayê 4 saet û nîvan di bin kavilan de man, ji ber tirsa erdhejê bi hev re radizan, bi vê sedemê ji wargehê hatin avêtin.    Li gorî nûçeya rojnameger Mûstafa Dîlek; cêwiyên ku ji erdhejê bibandor bûn ji bo domandina perwerdeya xwe qeyda xwe li Dibistana Amedehî ya Sporê ya Mevlut Çavuşoglû ya Alanyayê çêkirin. Her du xwişk li wargeha heman dibistanê diman û bi tirsa ku dê di bin kavilan de bimînin di nava heman cihî de radizan. Ji ber ku bi hev re radizan, rêveberiya wargehê her du zarok bi hevzayendîbûnê sûcdar kir û xwest ji wargehê biavêje.    CÎGIRÊ MIDÛR LI BAVÊ ZAROKAN GERIYA    Cîgirê Midûrê Wargehê Ş.Y. li bavê zarokan geriya û got: “Keçên te hevzayendî ne û were qeydên wan bibe. Em ne li dibistanê ne jî li wargehê van keçan naxwazin.” Piştre jî rêveberiya wargehê bêyî ku sedemekî nîşan bide her du zarok di şeva 15’ê kanûnê de ji wargehê avêt. Xwendekar wê şevê li mala nasekî xwe derbas kirin.    Bavê cêwiyan têkildarî bûyerê tev li bernameyeke televîzyonê bû û got ku derheqê rayedaran de dozê veke û qeyda zarokên xwe ji wê dibistanê negire. Bavê zarokan wiha got: “Zarokên min di bin kavilan de man. Midûrê wargehê ji min re got; ‘Ev zarok bi hev re radizên. Ev hevzayendî ne. Bibe bajarê xwe bila li ber çavên te bixwînin.’ Ez bav im. Li Hatayê çend mamoste hene? Min ji bo ku zarokên min bixwînin şandin. Ne ji bo ku psîkolojiya wan xerab bibe. Her tim gefê li me dixwin ku dê di sicîla zarokan de binivîsin.”