DEM Partî: 10’ê Çileyê li rojnamegerên rûmeta pîşeyê diparêzin pîroz be 2024-01-10 13:15:38   ENQERE - DEM Partiyê bi boneya 10’ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin daxuyanî da û wiha got: “Roja Rojnamegerên Dixebitin li hemû rojnamegerên tevî zextan jî xwedî li rûmeta pîşeyê derdikevin pîroz be.”    Cîgirê Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê yê ji Çapemenî Weşan û Propagandayê Berpirsyar Tayîp Temel bi boneya 10’ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Roja Rojnamegerên Dixebitin li hemû rojnamegerên kedkar ên ku ji bo heqîqetê têdikoşin û di vê rêyê de bedelê didin pîroz be.”    Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di halê hazir de li Tirkiyeyê Roja Rojnamegerên Dixebitin ji vê rojê derketiye û veguheriye roja rojnamegerên nahêlin xebatên xwe bikin, ên bêkar tên hiştin, tên binçavkirin û girtin. Bi domdarî hat gotin hebûna rojnamegerên li pey heqîqetê, hêviya azadî û demokrasiyê ya Tirkiyeyê û wiha bi dawî bû: “10’ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin li tevahiya rojnamegerên tevî zextan jî xwedî li rûmeta rojnamegeriyê derdikevin pîroz be.”