Wesayîta rîngê ya ku girtî tê de bûn wergeriya 2024-01-10 13:20:29   AMED - Wesayîta rîngê ya ku girtî û hikûmxwar tê de bûn li Farqînê wergeriya û 10 kes birîndar bûn.    Li navçeya Farqîn a Amedê wesayîta rîngê ku girtî û hikûmxwar tê de bûn wergeriya. Di encama wergerîna wesayîtê de girtî/hikûmxwar û leşker jî di nav de 10 kes birîndar bûn. Hat zanîn ku wesayît ji kontrolê derketiye û piştre jî li bariyeran xistiye. Kesên birîndar rakirin nexweşxaneyên cuda yên Amedê.    Hat zanîn ku wesayîta rîngê ya behsa xeberê ji Girtîgeha Hejmar 3 ya bi Tîpa L a Maltepe ya Stenbolê girtî û hikûmxwar vediguhest Girtîgeha Tîpa T a Xelat a Bedlîsê.