Rojnameger Sozerî di Roja Rojnamegerên Dixebitin de derket pêşberî dadger 2024-01-10 13:52:51   STENBOL - Doza tezmînatê ya li nivîskara Evrenselê Ceren Sozerî ji ber nivîsa wê ya têkildarî hilbijartinên rêveberiyên herêmî ya bi sernavê “AKP’ê bi kê deng da windakirin?” hatibû vekirin, hate taloqkirin.    Berpirsyarê Îdarî yê rojnameya Evrenselê Riza Dogan û nivîskara rojnameyê akademîsyen Ceren Sozerî di 10’ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin de derketin pêşberî dadger. Serokê Lijneya Rêveber a Koma Medyayê ya Turkuvazê Serhat Albayrak, bi hinceta ku nivîsa nivîskara Rojnameya Evrenselê û akademîsyen Ceren Sozerî ya bi ser navê “Kê bi AKP’ê deng dan windakirin?” ku di 7’ê nîsana 2019’an de hatibû weşandin, bi îdiaya “ziyanê dide îtîbara me ya bazirganiyê”, gilî kiribû. Li ser giliyê Albayrak, derheqê Sozerî û rojnameya Evrenselê de bi daxwaza 200 hezar lîreyan doza tazmînatê hatibû vekirin.   10’emîn danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Bazirganî ya Asliye ya Stenbolê hat lidarxsistin. Sozerî, Dogan û parêzer Devrîm Avci û parêzerê Albayrak di danişînê de amade bûn.    Parlamenterê Partiya Kedê yê Stenbolê Îskender Bayhan, Midûrê Nûçeyan ê Rojnameya Evrenselê Cem Şîmşek û Midûra ji Karên Nivîsan a evrensel.net’ê Berpirsyar Zelîş Irmak jî di danişînê de amade bûn.    Sozerî di parastina xwe de got ku pispora etîka çapemeniyê ye, li fakûlteya ragihandinê dersên rojnamegeriyê dide û nivîsa wê jî di çarçoveya azadiya çapemeniyê de ye.    Serokê dadgehê jî bi daxwaza ku kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin, danişîna dozê taloqî 11’ê îlonê kir.